Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Osama Tilco, matmayîna xwe diyar kir der barê bêdengiya şanderê navdewletî Sitîvan Dî Mostora li hember tawanên li Heleb dibin, û got ku helwestên wî nebêalî ne.
Tilco îro piştî lidarketina civîna desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya ji bo gengeşekirina zêdebûna oparesyonên leşkerî yên rijêma Esed û Rûsiya li ser Heleb û Idlib û Himus û Xûtaya rojhilat dibin, got ku em “her ji destpêka zêdebûna oparesyonên leşkerî li Helebê li berêz Dî Mostora digerin, ku bi sedema wan oparesyonan heta niha bêhtir ji 160 şehîdî û bi sedan birîndar ketine, lê me dengê wî nebihîst tevî ku berî demekê ne dûr derket û bi xurtî û bi zimanekê tûj artêşa Azad bi armanckirina sivîlan tometbar kir li ser bûyerekê ji aliyê Rijêmê çêkirî bû “.
Tilco got ku “komelkujî li Heleb dibin, û mirov bi saxî têne şewtandin bi napalim li taxên Elwe’ir li Himusê, lê heta îro Dî Mostora li ser wan bûyeran axaftin nekiriye û ew tawan pirotiso nekiriye”.
Ku endanên desteya siyasî di civîna xwe de rabûn bi gengeşekirina pêşhatên meydanî û bijaredeyên dirustkirina artêşeka niştimanî bi rêka çêkirina farmandariyek yekgirtî bo hêzên artêşa Azad û herwiha çawaniya serederiya rêveberiya Amerîka ya nû, û şerê Reqê .
Endamê desteya siyasî di dawî de daxwaz ji NY kir ku bi erkên xwe rabe, yên li hember parastina sivîlan û qedexekirina bombebarankirina wan bi top û firokên Rijêmê û Rûsiya û daxwaza cêbicêkirina yasa mirovî ya navdewletî û dadgehkirina berpirsên tawanên şer yên li Sûriyê dibin kir.
Û “rêxistina Human Rights Wotch” di nameyekê de bo wezareta derve ya Rûsiya got ku encamên vekolînên wêneyên Satalaytan, hin belgeyên din pêşkêş dikin li ser ziyanên li xwendingehên gundê Has li Idlibê di 29 çirya pêşîn de bûn, yên bi sedema êrîşên esmanî yên hevbeş yên Rûsiya û Rijêmê.
Û got ku “bi telefonê hin şahidhal bi me re axivîn û gotin ku ew kome-avahî ji dibistanek qonaxa berî seretayî û xwendingeheka seratayî û du xwendingehên navincî û xwendingeheka lîseyê pêk dihat, herwiha ziyan li jêrxana bajarvaniyê yên li nêzîk bûn”.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Suriyê