Piştî ku PYDê di roja çarşemê 16 çirya paşî/November de, nivîsîngeha Amûdê ya Partiya Yekîtiya Kurd kilît kir, û herwiha çar karmendên Êzgeha “Amûda FM” girtin, duhî di 17’ê çirya paşîn de, serkirdayetiya partiya Yekîtî kilîta PYDê şikand û nivîsîngeh carek din vekir, paşî yekser çekdarên PYDê girtin ser nivîsîngehê û hin ji serkirde û endanên partiya Yekîtiyê yên di hindurê nivîsîngehê de girtin ku ew jî: Hesen Salih, Ebdulsemed Xelef Biro, Sebrî Mîrza, Mehrûf Mela Ehmed, Silêman Oso, û Enwer Naso, û piştî çend demjimêran Hesen Salih û Sebrî Mîrza hatin berdan.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi vê yekê daxuyaniyek da û têde hatiye: “Hevbendiya Niştimanî van girtin û kiryarên zordarî yên ku bûne rêbazgek bo vê partiyê her ji destpêka desteseriya wê bi hêza tivingê li ser navçeyê, û serkutkirinê dike dijî her aliyekî ne ligor siyaset û boçûnên wê yên guncayî ligel ralîteya rijêma tawankar di diktatiriyet û girtin û tepeseriyê de şermezar dike”.
Ji aliyê xwe ve ENKSê jî daxuyaniyek da û têde kiryarên PYDê şermezar kirin, û ew kiryar bi kiryarên dûr ji demokrasiyê û dûr ji sincên kurdan binav kirin.
Herwiha ENKSê di daxuyaniyê de daxwaza serbestberdana hemû çalakvan û girtiyên siyasî kir, û da zanîn ku ev kiryar nakevin di berjewendiya doza kurdî de û herwiha wê ev kiryar nikaribin rê li pêş ENKSê yê dirêjîpêdana kar û xebata aştiyane bigirin.
Û daxuyaniyê daxwaza xistina fişaran ji rêxistinên mafnas û partiyên kurdistanî li ser PYDê kir ji bona dest ji van siyaset û karên xwe yên tirsandinê berde.
Jêder: Hevbendî