Îro û piştî bomberankirina firokên şer yên Tirkiyê ji hin pêgehên DAÎŞ li Sûriyê re, Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Cawîş Oxlo ragihand ku ew deverên ji çeteyên DAÎŞê li bakurê Sûriyê tên paqijkirin wê bibin “Navçeyek Tenah”.
Herwiha wezîrê derve di kongirê rojnamevanî de got ku Tirkiya “herdem piştevaniya hebûna navçeyên tenah û yên dijfirînê di Sûriyê de dikir ” û diyar kir ku “ew kesên koçber bûne dikarin vegerin wan navçeyên tenah”.
Her di heman mijarê de Serokwezîr Ehmed Dawûd Oxlo û piştî serdana Dadgeha Cudakirina Bilind di kongirekî rojnamevanî de tekez kir ku her yek ji rêxistina “DAÎŞ” û “PKK” armancên êrîşên esmanî yên Tirkiyê ne, lê herwiha rêjîma Esed wê bimîne armancek stratîjîk û got: ku armanc ji bizavên Tirkiyê ” avakirina demokrasiyê û vegera ewlekariyê ye bo dewletên Cîran”.
Hêjaye gotinê ku Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî kiribû ji bona pêwîstiya lezkirinê di sepandina navçeyên tenah di Sûriyê de, û daxwaza pêşkêşkirina piştgiriya pêwîst bo artêşa Azad kiribû ji bona parastina Sivîlan û rawestandina êrîşênd esmanî yên firokên rêjîmê tevlî rûbirûbûna metirsiya rêxistina DAÎŞê li ser navçeyên rizgarkirî, ku DAÎŞ ber bi van navçeyan tê û siyaseta wê ligel rêjîma Esed digunce.
Herwiha Hevbendiya Niştimanî dît ku navçeya tenah pêngavek pêwîst e ,Hevpeymanî pê dirabe bo parastina sivîlan ji tawankariyên rêxistinên terorîst û di serî de rêjîma Esed, û hevdem hişyarî da ji derngxistina avakirina navçeyek tenah,ji ber ku her rojekê dereng dikeve, kuştarek din bi ser Sûriyan de zêde dibe.
Jêder:Hevbendî+Wekalat