Duhî êvara înê, pênc zarok û jinek hatin kuştin û hin kesên din jî birîndar bûn, bi sedema bombebarana berdewam ya hêzên rejîmê li ser bajar û bajarokên parêzgeha Idlibê, û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê tekez kir ku ev binpêkirin beşek ji zincîreke tawanên şer yên rejîmê ne li dijî welatiyên sivîl.
Hin dezgehên mediya xwecihî dan xuyakirin, ku mûşekên giran ji aliyê hêzên rejîmê di êrîşên li ser bajarê Mi’ret el-Ni’man li başûrê Idlibê de hatine bikaranîn, û bûne sedema kuştina pênc zarok û jinekê, û birîndarbûna hin kesên din bi giranî.
Berevaniya sivîl ya Sûrî bal kişand ser ku malên sivîlan li bajarê “Xanşîxon” bi 20 topan ji aliyê hêzên rejîmê hatine topbarankirin, tevî topbarana taxên rojhilatê bajarê “Sermin” bi heft topên topxaneyan, û taxa bakur ya bajarê “Seraqib” bi heşt topan, û Berevaniya Sivîl diyar kir ku ev topbaran bû sedema “ziyanên madî”.
Herwiha li gor tîmên Berevaniya Sivîl ku welatiyekî sivîl birîndar bû û hin samanên giştî hatin şewtandin bi sedema topbarana bajarokê “Bidama” bi 12 mûşekan.
Hevbendiya Niştimanî ev komkujî şermezar kir û bi komkujiyeke “kirêt û şok” binav kir û daxwaza bizaveke bilez ji civaka navnetewî kir da rê li pêşiya çêkirina komkujiyên din û kuştina sivîlan bigire, û agahdariya bide li ser metirsiya zêdegaviyên rêjîmê yên li ser navçeyê.
Û dît ku ev êrîşên niha dibin di çarçoveya oparesyoneke zêdegaviyan de ne, ya ji aliyê hêzên rejîmê û milîsên Îranê yên terorîst ve dibe, û got ku ev operasyon bi armanca kuştin û bi belavkirina tirs û terorê têne pêkanîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê