Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Xalid Xoce îroj di kongirekî rojnamegerî de tekez kir ku wê hemû karînan bikar bîne bo” Çareserkirina êşa milletê Sûrî, ji baweriya ku şoreş li ser ava bû “, û tekez kir ” Em ê di vê qaonaxê de bêtir guh bidin xelkên bajarên hundurê Sûrî, ji ber rewatiya me bi awayekî sereke ji wan dertê “.
Di mijareke girêdayî de serokê Hevbediyê berdewam kir ” Em ê li ser aktîvkirina tevgera diblomasî û hevrêzkirina bi hemû hêzên aktîv bo girtina nerîneke hevbeş , li ser rêxweşkirinê bo qonaxeke nû bê ku tu rolin pêşerojî ji Esed û xeleka wî ya ewlekariyê kujerên milletê Sûrî tê de hebe ava dibe kar bikin”.
Xoce di nav gotinê re ji Sûriyan xwest ku “Xwe li Dora serkirdayetiya Hevbendiyê bidin hev”, û soz da tevgerên ciwanan ku” Pêwendî bi awayekî xurtir bi encumenên sivîl û leşkerî bo rûbirûbûna rejîma Esed ya zordar çê bibe, û ew encumen wisa binav kirin” Binyada Sereke ji şoreşa Sûrî re ne” .
Xoce tekez kir ku tu destpêşiyên Rûsî yan Misrî tune ne, û got:” Em bi hemû aliyên Hevrikiya Sûrî re hewl didin, û diyalog di navbera me û rejîma Esed de wê tune be eger ne li ser veguheztina siyasî a desthilatê be, ji derveyî vê çarçoveyê rûniştin pê re nabe”.
Jêder: Hevbendî