Hevbendiya Niştimanî Sûrî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî, diyar kir ku veguheztina Rûsya ji çekin nû re bo Sûryayê hin ji wan sîstemin berevaniya azmanî ne, û sîstemin taybet bi cenga li ser erdê û karê hêzên taybet in “Ne li gor gotina wan e ku digotin destwerdana wan bi şerê dijî tirorê girêdayî ye, û destnîşan dike ku ew dagîrkirineke demdirêj e, hewldaneke bo perçekirina Sûryê ye, û avakirina deverin desthilat ji xwe re”.
jêdereke berpirs di Hevbendiyê de mîna bersivekê li ser ragihandina Rûsya ji veguheztina wê ji sîstemin berevaniya azmanî pêşketî re bo Sûryayê destnîşan kir ku yek car ne li gor peymana wan li Cinêv û Viyêna ye, ku divê yekîtiya dewleta Sûrî biparêze, û rêzê li rûmet û serweiya wê bigre.
Hevbendiya Niştimanî doz li Hikûmeta Rûsî kir ku yekser hêzên xwe ji hemû erdên Sûrî bikişîne, û hişyarî da ku berdewamiya wê di destwerdana leşkerî de dihêle milletê Sûrî û Artêşa Azad danustendinê mîna hêzeke dagîrker pê re bike, û bi hemû awayên berdest dijî wê raweste.
jêder: Hevbendî