Emrîka careka dî bi helkefta nehemîn salvegera bombebarankirina rijîma Esed ji Gotaya Şamê re bi çekên kîmawî, pabendbûna xwe bi sizakirina tawankaran nû kir.
Û di daxwiyaniya Wezareta Derve ya Emerîka yaku duh hatiye belavkirin de hat ku berî 9 salan sibeha 21ê tebaxa 2013an, rijîmê gaza sarîn a jehrîn bi ser sivîlên Sûriyê de li devera Gotaya Şamê avêt, di encamê de 1400 kes hatin kuştin, piraniya wan zarok bûn.
Û daxwiyaniya Wezareta Derve got ku Îro em vê bûyera trajîîdîk bi bîr tînin, û soza xwe ya sizakirina tawankaran nû dikin, û daxwiyaniyê her cureyê bikaranîna çekên kîmyayî li her cihekî û ji aliyê kê ve û di bin çi şert û mercî de be, şermezar kir.
Û daxwiyaniyê cext kir ku Emerîka bi xurtî piştgiriyê dide hewlên navdewletî yên bi serkêşiya Sûriyan, ji bo pêkanîna dadmendiyê hember tawanên bêhejmar yên ku dijî gelê Sûriyê pêk hatine, yên ku hin ji wan tawanan di asta tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê de bûn.
Û daxwiyaniya Wezareta Derve ya Emrîka tekez kir ku çênabe yên çekên kîmawî bikar anîne ji sizayan rizgar bibin, û Emerîka hemû amûrên berdest bikar tîne daku lêpirsînê derbarê êrîşên bi vî rengî xurt bike, û piştevaniya Emerîka ji bo çareseriyeke siyasî ya berfireh li gor biryara 2254 li gel biryara Encûmena Ewlekariyê tekez kir.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di daxwiyaniyeke xwe de, duh, tekez kir ku nebûna rêgirtin û lêpirsîna navdewletî derbarê vê komelkujiya hovane, û pesendkirina standina çekên tawanê ji tawankar di biryara 2118 ya Encûmena Ewlekariyê de, li şûna sizakirina kujer, rê li pêşiya rejîma terrorist bi dirêjiya salên berê vekir, ku bermîlên teqîner û bombeyên goşeyî û bidehan çekên wêranker bikar bîne.
Û daxwiyaniya Hevbendiyê got ku civaka navdewletî birînên Sûriyan kûrtir kirin, dema nikarîbû rijîma Esed siza bike, rijêma ku biryara 2118 binpê kiriye, û bi dehên caran çekên kîmawî bikar anîne, li gel tekezkirina Komîteya Lêpirsînê ya Navdewletî ya Serbixwe ku rêjîma Esed di ber êrîşên kîmawî de berpisyar e, her wiha Komîteyê berpirsyariya rijîmê di ber 32 tawanên cengê yên ku wê bi çekên kîmawî pêk anîne destnîşan kir, û ev yek hewcedarî tevgereke navdewletî ya li gor beşa heftan û di bin bendê 21ê ji biryara mirovî ya bêhempa de dijî.
Û Hevbendiya Niştimanî careka dî daxwaza sizakirina rijêma Esed ya terrorist li ser tawanên wê yên curbecur bo bicîkirina dadmendiyê ji şehîdên Sûriyê û gelê wê yê ku bi sedema vê rejêmê di trajediyekê de dijîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî