Amerîka careka dî rijêma Esed berpirsyar dît di ber êrîşa bi çekên kîmawî li ser bajarê Dûmayê di sala 2018an de, ew êrîşa ku li gorî daxwiyaniya malpera Balyozxaneya Amerîka li Şamê ya îro Înê, bûye sedema kuştina 43 kesan, lê raporên mafên mirovan diyar dikin ku di encama wê êrîşa kîmyayî ya li ser Dûmayê de 60 welatî jiyana xwe jidest daye.
Û Balyozxaneyê anî ziman ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di heyva çile de, dîtiye ku rijêma Esed berpirsyariya êrîşa kîmawî ya li ser Dûmayê di sala 2018an de hildigre, her wekî berpirsyariya wê di ber êrîşa kîmawî li ser Xan Şêxonê de, ya ku têde nêzîkî 100 kesî hat kuştin.
Û Balyozxaneyê di daxwiyaniya xwe de got ku Rusya û rijêma Esed dê nikaribin rastiyên li Dûma û Xan Şêxon û li cihên din ên Sûriyê pêk hatine red bikin.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, xweşhaliya xwe bi encamên raporta Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî ya derbarê berpirsiyariya rijêmê di ber êrîşên kîmawî de anîbû ziman, û daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî û dewletên kartêker kiribû, ku gavên pêwîst ji bo sizakirina aliyên berpirsyar bavêjin, wek pabeniyê bi soza bersivdanê dema bikaranîna çekên kîmyewî li Sûriyê were çespandin.
Tê zanîn ku bajarê Dûmayê di 7 nîsana 2018an di dema helmeta leşkerî de, ya bi rêvebiriya rijêmê û bi piştgiriya Rusyayê pêk hatibû, rastî êrîşeke kîmawî hat, bi armanca ku Gota Elşerqiyê bixe bin kontirola xwe de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî