Şanderê Emirikî ê taybet bo Sûrya Maykil git Emerîka dijî tu rloê ji Beşarê Esed re ye, û hîn doza koçkirina wî dike, û rê li pêş Sûryan vedike bo dest bi operasyoneke veguhêz ku bi cî were dike.
Ratnî di Hevpeyvînekê de li Berlînê bi balyozê Hevbendiya Niştimanî Sûrî û Hêzên şoreşê û Hevrikiya Sûrî li Elmanya Besanm Ebdella re li ser helwesta Emerîkî a dijî derbên azmanî ên Rûsî ku Hevrikiyê armanc dike tekez kir, herweha ên ku bi ser sivîl û saziyên jêrxaneyê li deverên ji destê rejîma Esed rizgarkirî tên.
Ji hêla xwe ve balyoz Ebdela helwesta Hevbendiyêa dijî rola Beşar di qonaxa veguhêz û pêşeroja Sûryayê “eger rojek be jî” tekez kir, û berdewam kir ku ev misogerkirineke sereke bo operasyona veguhêz e.
Ji Emerîka xwest ku bihêle piştgiriya artêşa azad a sûrî bibe ta karibe şerê êrîşên Rûsî û Iranî û Daiş di heman demê de bike.
Hişyarî da ku Esed wek her car bi kaxeza demê bilîze, di bin siya pêşinyarên siyasî de yên bê bingeha lêvegereke diyar, ta dubare dest deyne ser deverên ji dest wî çûne, berî tu gotubêjan.
Jêder: Hevbendî