Dewleta Firansayê di nameyeke taybet de bo Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî, bi tundî êrîşa tawankarî yaku rijêma Esed û piştgirên wê dibin ser bajarê Deraa şermezar kir, û têde tekezî li ser pabendiya xwe bi sizakirina tawanbaran kir.
Û Wezareta Derva ya Firansayê di bersiva xwe de got ku Deraa yek ji sembolên derdeseriya ku Sûrî bi dirêjiya deh salên şer dibînin e.
Û tekez kir ku ev êrîş di dema tunebûna siyaseta dirust de tê, û cext kir ku çênabe ku çareya leşkerî li Sûriyê bidome, û nameyê got ku tirajediya Sûrî bidawî nabe, û Sûriya tevî deverên di bin kontirola rijêmê de aramiya xwe venagerîne, bêyî riya pirosesa siyasî ya tam li gor biryara Encûmena Ewlekariyê ya 2254.
Û Wezareta Derva careke din tekezî li ser pabendiya xwe bi misogerkirina ku tawanbar ji cezayan rizgar nebin kir, ji ber ku tawanên metirsîdar di warê binpêkirinên yasaya mirovahî ya navdewletî û mafên mirovan de pêk anîne.
Tê zanîn ku Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî hejmarek ji nameyan bo hejmarek ji dewletên çalak û xwedî-bandor di doseya Sûrî de, di nav de Firansa, derbarê tawanên ku rijêm li Deraa pêk tîne birê kirin, daku tevgereke çalak çêbikin û tawan û dorpêçkirinê rawestînin û rê li ber rijêma tawanbar bigirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî