LGS ÇALIŞMA PROGRAMI
Hikûmeta Sûrî ya Demkî got ku Wezareta Navxwe ragihandiye ku rahênana komeke nû ji hêzên polîs û Asayîşên Giştî yên Niştimanî yên girêdayî Serdariya Polîsan li Til Ebyed ya gundewarê Reqa bidawî bû.
Û malpera Hikûmeta Sûrî ya Demkî got ku Hêzên Polîs û Asayîşên Giştî yên Niştimanî yên girêdayî Wezareta Navxwe, roja şemiya bûrî, ahenga bidawîkirina rola sêyemîn ji endamên tevlî Hêzên Polîs û Asayîşên Giştî yên Niştimanî bûne ji bo bihêzkirina serdariya polîsan li Til Ebyed ya gundewarê Reqayê lidar xist.
Û Wezîrê Navxwe Eqîd Mihyidîn Elhermoş, eşkere kir ku Wezaretê rahênanên xwe bidawî kirine, û kesên derçûyî li ser beş û rêbend û xalên nobedariyê belav kirine, daku dest bi karên ji wan tên xwestin di parastina bajar û gundewarê wî de bikin.
Û Hermoş tekez kir ku Wezaret di karê cîbicîkirina pilana xwe di xurtkirina ewlekariyê ji welatiyan re û parastina malûmilkên giştî û cîbicîkirina yasayê de berdewam e, û bal kişand ku hejmara nû ji yên rahênan bidawî kirine, di warê alîkariya Polîs û Asayîşên Giştî yên Niştimanî bi kadroyin nû, yên ku bi awayekî guncaw li gorî rewşê karibin karê ji wan tên xwestin cîbicî bikin.
Û Wezîrê Navxwe bal kişand ku endamên ku rahênana xwe bidawî kirine, rahênanên fîzîkî û rêyên polîsî jî kirin, û diyar kir ku hejmara polîsan li bajarê Til Ebyed gihîşte 1150 kesî, û got ku di dema dahatî de dê hejmara endaman li bajêr û gundewarê wî zêde bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî