Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî, tekez kir ku hejmara sûdmendên ji xizmetguzariyên klînîkên gerok li penagehên li deverên rizgarkirî li bakurê Sûriyê ji destpêka îsal de heta 30-6-2023an, gihîştiye 27216 kesan.
Û Wezaretê diyar kir ku heşt hezar û 509 kesan sûde ji klînîka hejmar 1 wergirtine, û ya hejmar 2 deh hezar û 740 kesî, û ya hejmar 3 heft hezar û 967 kesan, û bi vê yekê hejmara sûdmendên ji xizmetguzariyên klînîkên gerok îsal gihîşte 27 hezar û 216 kesan.
Û Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî di sala 2020an de klînîkên gerok xistine kar de, da ku li mezintirîn devera gengaz ji kampên derbideran li bakurê Sûriyê yê rizgarkirî bigirin, û her klînîkek ji taximek ji karmendên pizîşkî pêk tê, ew jî (doktorek – pîrikek – birînpêçek – ajokar) in.
Û armanca klînîkên bijîjkî yên gerok li deverên rizgarkirî ew e, dermankirina nexweşiyên nevegir wek kulbûna pişê û nexweşiyên çerm û kontrolkirina nexwaşiyên demdirêj wek şekir, tansyon û bihnçikînê li kampên ku ew kilînîk diçin wan, her weha pêşkêşkirina dermanên pêwîst ji wan nexweşan re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî