Wezîrê tendurustî di hikûmeta sûrî ya demkî, Meram Elşêx, diyar kir ku wezaretê duh pênşembê 11 kesên nû yên gumana ku Vîrosê Korona bi wan re hebe kontirol kirin, û tekez kir ku piştî şopandina rewşa wan encam tev nîgetîf bûn.
Û Elşêx got ku hejmara tevaya kesên wezaretê kontirol kirinre gihîştiye 92yan, û bal kişand ku deverên rizgarkirî ta vê bihnokê ji Vîrosa Korona saxlem in.
Û wezîr got ku wezaret bi rêveberiya tendurusî ya Helebê re xebatê jibo rêkxistina kar û hevrêziyê bi hemû saziyên di karta bijîşkî de dixebitin re dike, daku berdewam bin di pirosesên xweparastinê ji Vîrosa Korona, û avahiyên giştî paqij dike.
Û wezîr sipasiyên xwe ji hemû xebatkarên karta bijişkî re pêşkêş kirin, û bizavên ku hemû wezaret û sazîyên dî dikin, ji bo cîbicîkirina karûbarên ku wezareta tendurusî ji bo nehêlîna belavbûna Vîrosê Korona li deverên rizgarkirî bilind nirxandin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî