Wezîrê Berevaniyê yê Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Lîwa Selîm Idrîs, şiroveyek berfireh li ser rewşa meydanî û leşkerî li deverên rizgarkirî û rêşûnên ku Hikûmet û Wezareta Berevaniyê standine bo rawestandina operasyonên teroristî yên dubare dibin dermafê sivîlan pêşkêş kir.
Û Idrîs eşkere kir ku Artêşa Niştimanî ya Sûrî rûbirûyî milîsên PYD û endmên rêxistina PKK ya terrorist radiweste, û bal kişand ser ku wî serdana hejmarek ji eniyên şer kir, û rewşa meydanî li wan sengeran bi Hevaltiya Cîgirê Serokê Erkan temaşe kir.
Û Idrîs tekezî li ser giringiya bilindkirina asta amadekariyê û bihêzkirina dergehan li deverên rizgarkirî kir, û bal kişand ser ku hêza Artêşa Niştimanî ya Sûrî li deverê heye, û dikare desttêwerdanê bike û deverên xwe ji çi dijminkariyên texmînkirî biparêze.
Û Wezîrê Berevaniyê diyar kir ku di dema vê dawiyê de hejmareke mezin ji rahênanên leşkerî lidar ketin, û ji wan rahênanan bi dehan şervan û efser derçûn, û tekez kir ku ew di nav pilana wezaretê ya avakirina Artêşeke Niştimanî ya pispor û tam de tê.
Û Idrîs cext kir ku teqînên teroristî di pileya yekemîn de sivîlan armanc dike, û got ku bêhtirê operasyonên teroristî li bazarên cemawerî pêk tên, û tev jî alîgirên şoreşê armanc dikin, daku metirsî û nearamiyê li deverên rizgarkirî çê bikin.
Û Idrîs bal kişand ser ku Wezaretê rênmayin xurt bo ku nasnameya erebeyên di riya dergehan re derbasî deverên rizgarkirî dibin û guman li ser wan hene derxistin, û Wezaret guhdara kontrolkirina tirombêlên bazirganî ye ji bo parastina ewlehiyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî