Wezîrê Çandiniyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de Endezyar Hayil Ehmed Xilêf, serdana Encûmena Êl û Hozên Sûrî li bajarê Girê Sipî kir, û hevdîtin li gel cotkar û xwedîkarên ajalan li bajêr li dar xist.
Û Wezîrê Çandiniyê li gel Encumena Êl û Hozên Sûrî behsa ketwarê çandiniyê û derfet û astengiyên rastî aboriya çandiniyê tên û mîkanîzmên gihiştina stratîciyekê bo rêkûpêkkirin û pêşxistina ketwarê çandiniyê kir, her weha rêyên piştgiriya çandiniyê bo çotkaran û xwedîkarên ajalan li deverên rizgarkirî.
Û Wezîr di hevdîtinê de li gilî û gazinên cotkar û xwedîkarên ajalan guhdarî kir, û soz da ku ji bona çareserkirina pirsgirêkên wan dê di zûtirîn dem de bizav û xebat zêdetir bidin.
Û Wezîr tekezî li ser giringiya pêşdebirina rewşa çandiniyê û piştgiriya cotkaran û xwedîkarên ajalan kir, û cext kir ku Hikûmet piştevaniya hemû pilan û destpêşxeriyên ku rewşa çandiniyê li deverên rizgarkirî baştir bibe, dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî