Nexem Xadirî Cîgira Serokê Hevbendiya Niştîmanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, dijminkariya mîlîşiyayên bi ser îranê ve duh pênşemê li ser kampa lîbertî ya ku penaberin ji rikberiya Îranê dihêwirîne pêk anî û di encamê de 200 kes birîndar bûn û 23an jiyana xwe ji dest dan şermezar kir.
Û Xadirî got : ev êrîş neynika reftarên îranê ye di dijminkariya wê ya li ser miletên deverê û hevkariya wê bi rêjîmên sitemkar re wek rêjîma Esed û pêkanîna kiryarên tîrorîstî û peyketina rikberan bê rêzgirtina ji pîvanên mirovahî re.
Xadirî daxwaza piştgiriya bi qurbaniyên îranê re ji civaka navdewletî kir, her wiha ji wan xwest ku vê tewankariyê şermezar bikin û karên pêwîst ji penaberên kampa lîbertî re bikin.
Jêder: Hevbendî