Endama Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Nexem Xadirî, daxwaz kir ko rê nedin Rêjîma Esed û Rûsya û Îranê ku bajarê Helebê yê dîrokî wêran bikin. Mixabiniya xwe da xuyakirin li ser ko civaka navdewletî li himber kirdeyên hovane û tawanên ko li dijî sivîlan di vê êrîşa dawî de ya Rêjîmê pêk anîne, nikare bi erkên xwe rabe.
Xadirî di daxuyaniyeke taybet de îro, destnîşan kir ko giringe dewletên hevalê miletê Sûrî li cihên xwedîbirayar tev bigerin, ji bo tiştê ko Rûsya û Esed û milîtanên Îranî derheqê gelê Sûriyê dikin pirotesto bikin. Tekez kir ko nexweşxane û navendên bijîşkî çek di wan de nîn in û bombebarankirina wan li jêr benda tawanên cengê yên lidijî mirovantiyê tên dîtin.
Hêzên Esed û dijminkarên Rûsî û milîtanên Îranî êrîşên xwe lidijî bajarê Helebê û gundewarê wê ji sêşema çûyî ve 15.11.2016an zêde kirine. Herêmên sivîlan û avahiyên xizmetkariyê amanc kirine. Di encamê de hemû nexweşxane û navendên bijîkî ji xizmetê derketine, hem jî çend navendên berevaniya sivîl û alavên wan wêran kirin.
Xadirî tekez kir ku giring e civaka navdewletî berpirsiyariyên xwe ji bo parastina sivîlan hilgire û ji gotinan biçe kirinan, û li gora biryarên navdewletî yên ko dibêjin gerek bombebaran raweste û rê li ber karwanên alîkariyên mirovî vebe da bigihên kesên dorpêçkirî wek ko di daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254an de hatiye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî