Nexem Elxadirî, Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, tekez kir ku:”tewanên ku rêjîma Esed ji berî pênc salan ve li Sûriyê dike, heman şêweyên wan li Îyranê jî hene, ji ber ku rêjîma Esed û melayên Îranê ji heman dibistanê ne”.
Û di Kongirê Salane Yê Jinan de, yê ku Şemiya bûrî li paytexta Firensayê “Parîs” di bin navê”Jinin Yekgirtî Li Dijî Tundrewiyê” lidar ket, yê ku rêxistinekê ji yên Encumana Berxwedana Îranî ew rêxistin kiribû, Xadirî mixabiniyek mezin anî ziman, piştî dîtina raporekê derbarê hin jinên Îranî yên çîrokên xwe û hevalên xwe yên jin di zindanên rêjîma meleyan, û hezarên jinên Sûrî yên di girtîgehên Esed de û çawa tên êşkencekirin heta mirinê digotin.
Û Xadirî got:”Dr.Raniya Ebas, bijîşk e û lehenga Ereban e di lîstika Şetrencê de, ew û şeş zarokên xwe girtî ne ji sala 2013an de, piçûkê wan zarokan dema girtinê temenê wî 2 sal bû, û ew yek ji jinên ku hêjî di tariya zindanên rêjîmê de ye, wê çîrrokên wan jinan bibin wek çîrokên Efrodiyêt û Eştar û Vînos û Alîsar, wê bimînin û bên gotin li ser zimanê hemî şaristaniyan”.
Û Xadirî tekezî kir ku têkoşîna Sûriyan” dijî serkutkirin û diktatoriyê ye, û ji bo ruxandina rêjîma esed e ya ku Sûriya bi darê zorê xistiye bin destê xwe de, û her kesê alîkariya wî dike û di serî de Rûsiya û melayên Îran û milîşiyên hizbellah ya terrorist û ji bilî wan jî”.
Û Xadirî gotinên xwe arasteyî civaka navdewletî kirin” yên xwe dikin xwediyên nirxên demokrasî û azadî û wekheviyê”, û ji wan re got” bêkêriya we zarokên Sûriyê dikuje dema ew hîn di hinavên dayikên xwe de ne, xewn û bîranînên me dikuje, dibistan û nexweşxaneyên me wêran dike, her tiştî têk dibe, tenê nikare mirovê şoreşger têk bibe, yê ku navegere mala xwe berî jinavbirina vê rêjîma tewankar û saziyên wê yên ewlekarî, û dadgehkirin û sizakirina wan li ser tewanên wan”.
Xadirî sipasiya Berxwedana Îranê ya bi srokatiya xanim Meryem Recewî kir, li ser derfetdana ji wê û nûnerîtiya hevbendiyê li Nerwicê Henan Elbelxî û wezîra Rewşenbîriyê di Hikûmeta sûrî ya demikî de Texrîd Elheclî, ji bo guhestina parçeyekî piçûk ji tiştên li Sûriyê dibe, û tekez kir ku”Em Bi Hev Re Bihêztir In”.
Jêder: Hevbendî