Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî Hewas Xelîl, dibîne ko ewa Esed ji xwe re navê serkeftina li Helebê lê dike, şerm û kirêtiyek mezin ji yên wê rêjîmê ye, ji ber yên ko taxên Helebê kontrol kirine milîtanên Îranî û nandozên mezhebperest in di bin sîwanek e asmanî ya Rûsî de û ne hêzên Esed in. bêtir got ku eva wek serkeftin tê binavkirin, piştî valakirina bajêr ji hemû niştecihan bû, ji encama operasiyoneke lidijî sivîlan ko têde hemû cûreyên kuştin û tiroristî yên meydanî pêk anîn.
Xelîl di gotûbêjekê de ligel kenala “Spîde” got ko dijatiyek navbera Îran û Rûsya de li ser bajêr heye û ew tê de berdewam nakin û dê berjewendiyên wan li pêşberî berjewendiyên xelkên wê têk biçin, û wê ew xelk serkeftî vegerin.
Û di derbarê helwesta navdewletî de li ser bûyerên ko li Helebê çêdibin Xelîl got: “ mixabin bêdengiya navdewletî li ser tiştên li Sûriyê bi giştî û bi taybetî yên li Helebê dibin heye, ne tenê bêdengiya gotinan lê belê ya kirdeyan ”, bêtir got “bêdengiya li ser tawanên rojane dibe li ser kuştina kesên bêguneh tekez dike ko mijara mafên mirovan ya ko civaka navdewletî li ser dipeyive tenê diruşm in, û lêvegera wan di helwestên siyasî de nîn e.”
Xelîl tekez kir ku tev li hemû tawanên rêjîmê û hevalbend û milîtanên wê, ew nikarin rewanê şoreşê libal miletê Sûrî têk bibin, û tucaran milet dest ji azadiya xwe ya ji bo wê serî hildaye bernade.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî