• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Tuesday, 9 August , 2022
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Siyasî

Xwepêşandanên Hêrsê ji bo Piştgiriya Helebê Li Gelek Bajarên Cîhanê Derdikevin

December 15, 2016
in Nûçeyên Siyasî
Xwepêşandanên Hêrsê ji bo Piştgiriya Helebê Li Gelek Bajarên Cîhanê Derdikevin

Gelek xwepêşandan li paytextên dewletên Ereban û yên Rojavayî, li pêşiya balyozxaneyên Rûsiya û Îranê li wan welatan derketin, ji bo şermezarkirina bombebarandina taxên Helebê û kuştina sivîlan û dorpêçkirin û nehiştina derbasbûna xwarin û dermanan ji xelkê Helebê re.

Hin çalakvan û komele û rêxistinên mafnas li Waşinton û li pêşiya balyozxaneya Rûsiya rabûn bi xwepêşandanekê li dijî tawankariyên li ser bajarê Helebê dibin, û ji bo pirotestokirina oparesyona leşkerî ya Rûsiya li ser Helebê ya ji bo piştgiriya Esed.

Komelkujiyên li dijî sivîlên Helebê dibin ji aliyê xwepêşanderan hatin pirotestokirin, û rexne li bêdengiya civaka navdewletî hatin girtin, û herwiha gazind ji rêveberiya serok Obama kirin ji ber nepabendiya wî bi hêlên Sor yên der barê Sûriyê danîbûn.

Li Parîsê paytexata Firinsa, zêdetir ji 2000 kes kom bûn ji bo derbirîna hevxemiya xwe ligel taxên dorpêçkirî yên Helebê, herwiha şermezarkirina destdirêjiyên pêrewkirî yên li dijî sivîlan dibin, û daxwaza agirbestek bilez û misogerkirina riyên aram ji bo xelkê dorpêçkirî û gihandina alîkariyên mirovî ji sivîlan re kirin.

Herwiha bi hezaran xwepêşander li pêşiya baregeha perlamantoyê Danîmark li Kobinhagin derketin, bi bilindkirina feneran û şermezarkirina komelkujiyên li Helebê dibin, û herwiha xwepêşander li Stikholim paytexta Siwêdê derketin û daxwaza bizavek bilez ji civaka navdewletî kirin ji bo rizgarkirina gelê Sûriyê û daxwaza barkirina hêzên Rûsiya û Îranê û çeteyên Hizibulaha terorîst ji Sûriyê kirin.

Û li Nerwêjê bi dehan kes ji revenda Erebî û ji mislimanan li pêşiya balyozxaneya Rûsiya derketin ji bo piştgiriya sivîlên Helebê û navçeyên din yên dorpêçkirî.

Herwiha li Bosna bi sedan xelk li Serayêvo ya paytext derketin ji bo piştgiriya xelkê Helebê yên dorpêçkirî û ji bo şermezarkirina tawanên hêzên Esed û milîsên alîgir li dijî sivîlan û daxwaza destêwerdanek bilez kirin ji bo rizgarkirina sivîlên bêguneh, û çalakvanên vê xwepêşandanê gotin ku bi xembariya xelkê Heleb têdigehin, ji ber ku Serayêvo bi xwe di dawiya sadsala bûrî de rastî heman bombebarankirinê ji aliyê hêzên Sirbiya hat.

Li aliyek din hin deste û partiyên Îslamî daxwaza bi hawarçûna Helebê ji gel û hikûmetan kirin, ku xelkê wê rastî kuştin û koçbarkirinê tên ji aliyê rijêma Esed û Rûsiya û Îranê.

Ku roja çarşemê, desteya zanayên mislimanan li Libnanê daxwaza qewtandina balyozên Rûsiya û Îranê û rijêma Esed ji hikûmetê kirin, bi sedema tawankariyên wan yên li Sûriyê, û daxwaza ji Hizibulah kir ku ji şaşîtiyên xwe yên di derheqê xelkê Sûriyê vegere, wek amajeyekê bi şerê wê yê li kêleka hêzên Esed û daxwaza hevdîtinekê kir li Beyrûtê ji bo piştgiriya Helebê.

Ji aliyê xwe ve, Desteya Zanayên Mislimanên Cîhanê di daxuyaniyekê de ji Xertomê paytexta Sodanê daxwaz ji dewletên Ereb û mislimanan kir ji bo bi hawarçûna bajarê Helebê, û got ku hêjî hêviya me di serkirde û rêberan de heye ku piştgiriya xelkê Sûriyê bi giştî û yên berevaniya wê dikin bi taybetî bikin.

Li Ordinê rêxistina Ixwan Mislimîn îro di daxuyaniyekê de daxwaz ji dewletên Ereb û mislimanan kir ku bi erkên xwe yên mirovî rabin li hember tişta li Helebê dibe, û daxwaza bikaranîna hemû alavên siyasî kir ji bona bi hawarçûna xelkê Helebê, û rawestandina destdirêjiyên dibin li dijî gelê Sûriyê, û herwiha ji bo diyarkirina Rûsiya û Îranê wek du dewletên dagîrker ji Sûriyê re.

Li aliyek din, firaksyona perlemantarên “firaksyona kesk ya Cezayir ê” Rûsiya û Îran û milîsên mezhebperist yên sînorbir bi tawanên Helebê gunehbar kir.

Û bi dehan xwendekarên Sûrî û Tirk û nûnerên rêxistinên hawarhatinê li pêşiya balyozxaneya Îranê li Enqera derketin, ji bo pirotestokirina piştgiriya wê ji rijêma Esed û milîsên mezhebperist re, û xwepêşanderan dirûşmên riswakirina tawanên rijêma Esed bilind kiribûn, û daxwaza alîkariya xelkê dorpêçkirî yên Sûriyê kiribûn.

Herwiha xwepêşandan bi heman şêweyî li herdu bajarên Toqat û Azmîr siyemîn mezintirîn bajarê Tirkiyê derketin.

Li Kiwêtê cemawerekî zor duhî li danê êvarî derketibûn, ji bo piştgirî û bergirîkirina Helebê li hember komelkujiyên dibin, û têde bi beşdariya endam perlamantarên niha û yên berê û beşdariya zanayên aynî û rêxistinên xwendekaran û komeleyên Sûdemendiya Giştî, û daxwaza qewtandina balyozê Rûsiya bû, û piştgiriya artêşa azad kirin.

Herwiha duhî çalakvanên Mexribê li pêşiya perlamantoyê li Ribad xwepêşandanek li dijî “bêdengiya Erebî û navdewletî” li hember tawanên rijêma Esed û hevalbendên wê lidar xistin, bi beşdariya bi dehan hemwelatiyên Mexribê û penaberên Sûriyê.

Jêder: Elcezîrê + Wekalat + Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya niştaniya Sûriyê

ShareTweetSend

Posts Related

Hevbendiya Niştimanî Dijminkariya Îsraîla Dagirker li Ser Gezeyê Şermezar Dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî Dijminkariya Îsraîla Dagirker li Ser Gezeyê Şermezar Dike

August 8, 2022
Raporek Meydanî: 14 Şehîd û 30 Birîndar Qurbaniyên Rêjîma Tawankar û Milîsên PYDe Yên Terorîst li Deverên Rizgarkirî di Heyva Bûrî de
Nûçeyên Hevbendiyê

Raporek Meydanî: 14 Şehîd û 30 Birîndar Qurbaniyên Rêjîma Tawankar û Milîsên PYDe Yên Terorîst li Deverên Rizgarkirî di Heyva Bûrî de

August 8, 2022
Load More

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeya Îro

Nûçeyên Hevbendiyê

Civatên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Xola 61’emîn Dest pê Dikin

March 30, 2022

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.1k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 7 Follower

Nûçe

Hevbendiya Niştimanî Dijminkariya Îsraîla Dagirker li Ser Gezeyê Şermezar Dike

Raporek Meydanî: 14 Şehîd û 30 Birîndar Qurbaniyên Rêjîma Tawankar û Milîsên PYDe Yên Terorîst li Deverên Rizgarkirî di Heyva Bûrî de

Rehmê: Dana Rêjîma Esed Welatîbûna Sûriyê ji Milîsên Îranî re Ne Yasayî ye û Destdirêjiya Îranê li Sûriyê Hewcedarî Roleke Erebî ye bo Rûbirûbûna wê

Hevbendiya Niştimanî Peyamekê ji Urdinê re ji bo Alîkariya Nişteciyên Kampa Elrukban Dişîne

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.