Nûnerê Birîtanî yê taybet bo Sûriyê Garît Baylî, tekez kir ko “Kontrolkirina Rêjîmê ji Helebê re derd û arîşeya Sûriyê bidawî nake, çimkî sedema wê ya bingehîn navxweyî ye, û bi daxwazên Sûriyan ve girêdayî ye, ji bo rêjîmeke siyasî ya rêzê li hêviyên wan bigire.”
Baylî di daxuyaniyekê de ko ji bo Navenda Ragihandin û Danûstandinên Herêmî, ya bi ser Desthilata Birîtanî ve, û baregehê wê li Dubey ye, bal kêşandiye ser ku “divê em jibîr nekin ko bobelata Sûriyê bi sedema berberîtiya rêjîmê 2011an destpêkiriye, gava ko xwepêşindanên aştiyane têk birin û tirorist ji zindanan berdan tako dîmena xwepêşindanan ji cîhanê re tarî bike”. Û got: “rêjîm dibêje ew şerê tunrewan dike, û xwe dide jibîrkirin ku wî 2011an ew ji zindanan berdan”.
Çalakvanan anîn ziman ko dengê teqînê ji derdorê herêmên operasiyona koçkirina niştecihên Helebê hat. Bêtir gotin ko operasiyona veguhastin xelkê rawestiya bi sedema milîtanên Îranî, yên ku derketina bi hêminî ya sivîlan red kirin, û sûr in li ser ku dadgehkirinên meydanî di derheqê wan de pêkbînin.
Baylî diyar kir ku pêdiviya bilez bi hebûna Netewên Yekbûyî û Rêkxistinên Mirovî li ser hemû xakê heye, tako alîkariyan ji bo derbiderên rojhilatê Helebê re pêşkêş bikin, bi taybetî rewş û nîrên bajêr pir aloz in. bêtir got: “divê hevalbendên rêjîmê Îran û Rûsya garantiyên mirovî pêşkêş bikin, ji bo Rêjîm derbiderên rojhilatî Helebê, negire û rê bide dezgehên navdewletî yên hawarhatinê ko bi azadî karên xwe bikin.”
Û endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî Hewas Xelîl di gotûbêjekê de ligel kenala “Spîde” got ko dijatiyek navbera Îran û Rûsya de li ser bajêr heye û ew tê de berdewam nakin û dê berjewendiyên wan li pêşberî berjewendiyên xelkên wê têk biçin, û wê ew xelk serkeftî vegerin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî+Acans