Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê êrîşên li ser sivîlan bi destê hêzên QSD yên Amerîka piştgiriya wan dike û hêzên rêjîmê û milîtanên Îranî yên ko Rûsya piştgiriya wan dike pirotesto kirin.
Her wha Encûmena xwecihî li parêzgeha Dêra Zorê daxwaz ji emîndariya giştî ya Encûmena mafên mirovan û ji serpereştiya hevpeymana navdewletî kir ko bi perpirsiyariyên xwe yên yasayî û yên sincî rabin ji bo sivîlan biparêzin, û giring e pêrabûnên parastina sivîlan xurtir bikin û wan bêalî bihêlin.
Çalakvanan ji gundewarê Dêra Zorê got ko 10 sivîl sibeha îro hatine kuştin û bi dehan birîndar bûne, zarok jî di nav wan de hene, bi sedema êrîşên firokên hevpeymanan , ko bajarokê Beqres Foqanî li gundewarê bajêr bombebaran kirine, û herweha firokên hevpeymanan bajarokê Elbûlêl bi êrîşan amanc kirine, di encamê de bi dehan birîndar bûne û bêtir ji 20 malan wêran bûne.
Çalakvanan diyar kirin ko bombebaran li ser bajar û bajarokên parêzgeha Dêra Zorê ya ko ji nîveka sala 2014ê di bin kontrola Daiş de ye, bû sedema ku bêtir ji 150 sivîlî di hefteyekê de şehîd ketine.
Encûmena xwecihî ya parêzgeha Dêra Zorê di daxuyaniyeke xwe de ya duh yekşembê de anî ziman ko ev êrîşa dawî û bombebarana bêserûber li ser herêmên sivîlan hişt ko bêtir ji 120hezar kesî piraniya wan yên temen mezin û zarok û jin in derbider bûne.
Û diyar kir ko derbider li herêmên di bin kontrola Partiya Yekîtiya Dîmuqratî de di rewşeke mirovî ya aloz de ne û ew hewcedarî alîkariyên mirovî yên lezgîn in, û destnîşan kir ko gelek ji wan zêdegaviyên ewlekariyê li wan bûne û ew li rêbendên wan milîtanan tuşî aloziyan dibin, û gihaştina wan ya herêmên aram asteng dikin.
Encûmena xwecihî ji Netewên Yekbûyî, daxwaz kir ko giring e bilez alîkariyên mirovî derbasî bajarên ko şer li wan heye bibin, li gora biryara 2165, û giring e qurbaniyên bombebarana bêserûber bêne belgehkirin, ji bo misogerkirina mafên xizmên qurbaniyan di paşerojê de li ber dadgeh û desteyan.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî