Rêxistina “Human Rights Watch” ya ku karê wê çavdêriya mafên mirov e, tekez kir ku pasdarê Îranê zarokên Efaxanî yên penaber li Îranê wek leşker ji bo şerê li Sûriyê bikar tîne ji bo piştgiriya hêzên Bişar Esed bikin.
Human Rights Watch got ku “Lîwayê Fatimiyon” ku girûpeke çekdar ya Efxanî ye, bi piştgiriya Îranê zarokên 14 salî amade dike ji leşkeriyê re, ji bo beşdariyê di şerê Sûroyê de bikin li kêlek hêzên Esed.
“Sara Liya Wîtsin” rêvebera beşa Rojhilata Navîn di Human Rights Watch de got ku ” divê Îran bilez leşkeriya zarokan rawestîne, û wan zarokên Efxanî yên ji bo şer şandine bo Sûriyê vegerîne, û pêwîst e desthilatên Îranê parastina sercem zarokan bikin û berpirsyarên leşkerîkirina zarokên Efxanî dadgeh bikin”.
Human Rights Watch got ku Îran her ji sala 2013 an de, bi hezaran Efxanî rahênan kirine, ku hin ji wan penaberên nerewa ne û wan tevlî “Lîwayê Fatimiyon” dike, ku ew girûpek e ji aliyê hin dezgehên ragihandinê yên nêzîkî desthilatê bi girûpeke Efxanî ya xwebexş ji bo şerê Sûriyê hatiye binavkirin.
Rêxistinê di demkê pêş de gotibû ku wê ji beriya niha rewşa hin penaberên Efxanî li Îranê yên “xwebexşkirî” ji bo şerê li Sûriyê li kêleka hêzên Esed belge kiribû, ji bo serrastkirina rewşa malbata wan ya yasayî.
Rêxistinê cext kir ku leşkerkirina zarokan di şeran de ligor yasa navdewletî bi “tawaneke şer” tê dîtin, û raportê got tevî ku Îran ne aliyeke di sîstema Roma ya sereke de ye, lê ew pabend e bi yasa navdewletî ya tekz dike li ser ku leşkerkirina zarokên kêmî 15 salî tawaneke şer e.
Rêxistinê daxwaza lêkolînekê ji NY kir derbarê leşkerkirina zarokan ji aliyê pasdarên Îranê ve, û herwiha daxwaza parastina zarokên penaber yên Efxanî û garantiya dûrkirina wan ji şerê Sûriyê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat