Serokê hikûmeta Libnanê Se’id Elherîrî û serokê “Hevdîtina Nûnertiya Demokrat” Welîd Canbulat, pêr, di hevdîtineke hevbeş de, hewldanên ji bo girêdana pêwendiyan ligel rijêma Esed red kirin.
Rojnameya “Elheyat” got ku Elherîrî û Canbulat rêxweşkirina rêyên siyasî li pêş rijêma Esed ji bo careke din wê bidin pêş di riya Libnanê re bi behaneya pêwestiya çêkirina têkiliyan ji bo gengeşkirina mijara vegerandina penaberên Sûriyê bo bajar û gundên wan, red kirin.
Rojnameyê got ku Elherîrî û Canbulat di wê baweriyê de ne ku çareserî ne bi berdewamiya hilmetên gurkirina xelkê dijî penaberan ne, lê ew dibînin ku divê ev mijar bi rêka komsyona bilind ya karubarên penaberan ya ser bi NY ve ya berpirsa amadekirina rêşûnên vegerê çareser dibe.
Herdu aliyan di hevdîtinê de bal kişandin ser ku çareseriya pirsa vegera penaberên Sûriyê bo welatê wan, ne bi rêka sorkirina xelkê û berhevkirina hilmetên siyasî û mediyayî ye li dijî wan, ya ku bibe fakterê zêdebûna kîna siyasî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî