Endamê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Burhan Xelyûn hişyarî da ku wê “tiliyê Rûsan Li Sûryayê bişkên, û tu tişt ji bilî berxwedana çekdar li hêviya wan li meydanê tune ye, wê wan binketî vegerîne welatê wan”.
Xelyûn tekez kir ku Serokê Rûsî” Dema destwerdana yekser di Sûryayê de kir, xwe xist pêş mercek metirsîdar yê mezin de, û ew pirsyariyek mezin bi sedema berevaniya rejîma Esed a jihevketî , û berdewamiya wî di kuştar û tawanan dijî miletê Sûrî hildigre, û wê berpirsiyariya wan tewanan têkeve sukra wê de jî, ew tewanên dighêjin asta tewanên cengê û yên dijî mirovahiyê”, û destnîşan kir ku rejîma Esed çekê kimawî dijî sivîlan bikar anîne, û balefirên wî her roj bi sarûx û bermîlên teqîner wan bumbebaran dike.
Xelyûn berdewam kir” Beşar Iroj Beydeqeke biçûk di dest dewletên piştgîr de ye” û destnîşan kir” Metirsî di berdewamiya şerê wêranker ku rejîma Esed serperiştiya wê ji Pênc salan ve dijî milletê Sûrî dike, mebest derketina ji vî şerî ye, lê tu derketin bê veguheztina ber rejîma dimuqratî de tune ye, dîmoqrasiyek ku komên cihê çete ên ji berî pêncî salî ve li ser sînga xelkê Sûrî rûniştîne tê tune be.
Xelyûn tekez kir ku ” Milletê Sûrî biryara xwe stendiye, venagere mala xwe û çekê xwe navêje ta rûxandina vê rejîma xwîndar, gendel, tawankar, û zordar pêk neyê, û hêviyên xwe di welatek azad û serbixwe de ku ji wan re wekheviyê, rûmetê, dimuqratiyê, û mafê mirov û zagonê bicî bike”.
Jêder: Hevbendî