Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê Xalid Xoca daxwaza rawestandina destdirêjiya Rûsiya li ser Sûriyê û rawestandina êrîşên esmanî û bombebarankirina sivîl û nexweşxane û xwendingeh û nanpêjgehan ji dewletên li Viyênayê kom bûn û dewletên din yên dostên gelê Sûriyê kir, û herwiha daxwaz kir ku ew li kêleka gelê Sûriyê bo paqijkirina welatê xwe ji dagîrkariya duqolî ya Rûsiya û Îranê rawestin, û amaje kir ku destêwerdana leşkerî ya Rûsiya di Sûriyê de “hat di qazanca rêxistina DAIŞê de nejî li dijî wê”.
Xoca got ku Rêxistina DAIŞê her ji destpêka destdirêjiya Rûsiya li ser Sûriyê ji ber paşxistina artêşa Azad pêş dikeve û bi alîkariya YPGê li heryek li Heleb û gundewarê Himusê.
Dîsa got: “ku niha Heleb ji sê aliyan dorpêçkirî ye, ji aliyê DAIŞ, û rêjîma Esed û YPGê ya ku rêjîmê derfet dayê bo timamkirina dorpêçkirina bajêr”.
Herwiha Xoca bal kişand ku “dorpêçkirina bajarê Helebê, ji aliyê van hersê aliyan hevrêzî li ser bûye”, û da zanîn ku destêwerdana Rûsiya hat “bo piştevaniya van aliyan, û bo jiyekxistina hêzên artêşa Azad û hêzên lêbral”.
Xoca weha jî got “wê baş be heger dewletên dost bikaribin navçeyên parastî ji bombebarankirinê peyda bikin, û heger nikaribin lewra pêwîst e ku kar bikin bo peydakirina seqayekî aramiyê bo xelkê Sûriyê li wan navçeyan, bi rêka pirçekkirina artêşa Azad bi mûşekên dijefirok, bo peydakirina vê seqayê”.
Xoca tekez kir ku “hevkêşe xuya ye, tişta em ji dost û bira dixwazin, yan navçeyeke aram peyda bikin, yan jî piştgiriya artêşa azad bikin bo peydakirina vê seqayê”.
Xoca derbarê civînên Viyêna yên di heftiya bûrî de dazanîn ku rêkeftina wan li ser çûna Esed ew tişta herî giring bû di wan civînan de, ku ew sedema tişta li Sûriya dibe ji kuştin û koçbarkirin û tundrewiyê, û herwiha ew fakterê peydakirina seqayekî guncayî ye bo derbasbûna girûpên sînor bir, û hêvî xwest ku ew dewlet bi encaman derkevin “ku bibin encamê rawestandina bombebarankirinê li ser gelê Sûriyê, û herwiha bibe rêxweşker bo pirosêsa veguhêz”.
Xoca bi nerênî pişkdariya Îranê di Civînên Viyêna de li qelem da û got ku “Îran her ji destpêkê li kêlek rêjîma Esed rawestaye di bombebarankirin û kuştina sivîlan de, û metirsiya wê ne kêmtir ji ya DAIŞê ye”.
Jêder:Hevbendî +Anadol