Xalid Xoca Serokê Hevbendiya Niştimanî bi erênî pêşwaziya li her ” hewleka agirbest û rawestandina xwîn rijandinê di Sûriya de” kir, û got ku ramanên hatîn pêşniyarkirin di çarçova destpêşxeriya şanderê navdewletî Dî Mîstora de, bi şêweyekî bêhtir pêdiviya wan bi gengeşekirina wirdekariyan heye ” divê agirbesta li ser zemînê û herwiha êrîşên esmanî li ser hemû bajaran bête rawestandin”.
Xoca amaje kir, ku reftarên rêjîma Esed di çar salên bûrî de û binpêkirina wê ji hemû agirbest û rêkeftinan re yên digel şoreşgeran bestin ” nîşane li ser ku ew fêlbaziya dike bi merema bidestanîna dem û delîveyan û bo carek din vegere bi şêweyekî hovanetir”.
Xoca diyar kir, ku pêkanîna aştiyê ” pêwîst e bi kiryaran be ne bi gotinan bitenê be”, û balkişand ku di dema ragihandina Dî Mîstora derbarê erêkirina Esed li ser rawestandina topbarandinê, hevdem rêjîmê bi şêweyekî hovane birdomankirina Xûta kir, ku bitenê di maweyê 10 rojan de, bajarê Dûma rastî zêdetir ji 1000 êrîşên firokên şer hat, herwiha taxa Elwe’ir tûşî êrîşên hovane dibe, herwiha hêzên pasdarên Iranê û mêlîşiya Hizibulaha terorîst êrîşên hovane li ser Der’a pêktînin, ji aliyê xwe ve Xoca tekezî kir li ser ku ” pêwîste rawestandina topbarandinê rawestandina hemû şêwazên kuştin û dijberiya terorê li xwe bigire, tevlî terora dewletê jî ya ji aliyê rêjîma Esed tête bikaranîn”.
Serokê Hevbendiyê got ku ” rêjîma Esed ne hevpare di şerê dijî terorê de û wê nebe hevpar jî, ji ber ku ew jêderê rasteqîne ye ji terorê re di Sûriya de, û metirsiya terorê ji deverê nahête jinavbirin heger rêjîma Esed ya xwedîkera terorê nehête rûxandin û heger makîneya wî ya tawankariyan nehête helweşandin”, û got ku rêjîma Esed bi rolek giring rabû di hatin û belavkirina rêxistinên tundrew de, yên heta niha jî kuştar û kuştinê li dijî gelê Sûriyê pêk tînin tevlî mêlîşiyayên Hizibulah û çeteyên din yên mezhebperest, herwiha rêjîmê derfet da bo geşkirin û belavbûna rêxistinên terorîst, rêjîmê piştgiriya esmanî bo terorîstan dabîn kir, li hember dijberiya Artêşa Azad ji wan re, ku hîç bargeh û serbazgehên rêxistinên terorîst ji aliyê rêjîmê nehatin topbaran kirin, berûvajî vê yekê ku pêgehên artêşa Azad bi berdewamî û bi xurtî rastî êrîş û birdomanên firok û helîkopterên rêjîmê dibin.
Xoca axaftina xwe bi dawî kir bi pabendiya serkirdayetiya Erkan bi sercem tabûrên xwe yên artêşa Azad ve, bi bendên rêkeftinên ku bêne ragihandin di dema bigehin her çareseriyeke rasteqîn ku têde tenahî ji Gelê Sûriyê re bête dabîn kirin.
Jêder: Hevbendî