Lêvegera Siyasî ya kurd roja pênşemê 19 meha Sibatê civiya ji bo koftûgoya çêkirina herdû komîtên xwe yên taybetmend, ya Leşkerî û ya Belgenameya Pevgirêdana Civakî Ya Rêveberiya Demkî û destnîşankirina endamên wan komîteyan.
Endamê lêvegera siyasî Ebdilsemed Xelef Biro ji malpera mere da xwiyakirin ku TEV -DEM nûnerên xwe yên herdû komîteyan destnîşan kirine, lê ENKS destnîşankirina nûnerên xwe hişt da civata Emîndariya Giştî ya ku wê di 21 vê heyva Sibatê de li dar bikeve wan dest nîşan bike ,û wê ew komîtên Lêvegerê di 25 heyvê de bicivin ji bo nêrînên xwe ji Lêvegerê re pêşkêş bikin ,û Biro tekez kir ku endamên herdû komîtan wê ji endamên Lêvegera Siyasî bin, û 2 heyva Azara bê wê lêveger bicive ji bo pesendkirina wan nêrîna.
Hêjaye gotinê ku endamên komîteya rêvebirinê yên ku TEV-DEM ew destnîşan kirine evin (Nesridîn Ibrahîm-Ebdiselam Ehmed-Selwa Bedran-Salih Gedo-Cemal Şêx Baqî )û endamên komîta leşkerî evin (Fewzî Şingalî –Mistefa MeŞayix-Mihemed Mûsa –Mizgîn Ehmed –Ferhad Têlo).
Jêder: Hevbendî