Karsiparteya Bala ya Netewên Yekbûyî ya mafê mirovan Zeyd Bin Re`ed El- Hisên ji rejîma Esed xwest ku yekser hemû girtiyan rizgar bike, ji ber wan bi şêweyekî aştiyane nerînên xwe anîn ziman, û rêzê ji mafê hemû girtiyan re bigire.
El-Hisên berdewam kir: ” Rewşa wan nebaşe, hindek rapor li ser operasyonên işkencekirinê û ziyanin dî di warê danûstendina bi wan re û li ser rewşin metirsîdar ji girtinê jî hene”.
El- Hisên got hejmara girtiyên di navendên rejîma Esed de ji xwepêşandnên yekem de di Avdara 2011an de di navbera dehên hezaran û sedên hezaran de ye.
Karsiparteya Bala diyar kir ku ” Gelek caran girtin dibe sedema operasyonin binçavkirina kotekî û girtinin bêsedem yên demdirêj “.
El- Hisên wisa jî got: ” Hevdîtinin dawî bi hindek girtiyên berî niha re rewşin xirab di şaxê Ewlehiya siyasî de diyar dike, ku girtî têne xistin di zindanin firehbûna wan kêmî şeş heft mitran e, derdora 55 girtiyan tê de bê xwarin û guhdana nojdarî têne heşikandin”. Û got: ” Ev hevdîtin bikaranîna hol û alavên işkencekirinê û dijwartirîn pileyên hovîtiyê ji hêla lêkolîneran destnîşan dikin”.
Hejmarek mezin ji raporên Netewên Yekbûyî derbarê mafê mirovan rexneya işkence û xirabiya danustendinên di navendên girtinê de ku alavên asayîşa rejîma Esed çavdêriyê li ser wan di zindan û navendên leşkerî de dikin kir.
Hevbendiya Niştimanî Sûrî ji Civaka Navdewletî û rêxistinên mafê mirovan xwestibû ku: ” Sînorekî ji tawanên Esed re yên ku alavên wî yên ewlehiyê derheqê girtiyên Sûrî dikin deyne”. Hevbendiyê di daxuyaniyeke berî niha de gotibû: ” Neavêtina gavine bilez ji hêla Civaka Navdewletî de ji bo sizakirina Esed û alavên wî yên ewlehiyê, beşdariyek di tawanê de ye, kareke nepejirandî ye, û bê nirxkirinaek jiyana gelan ne” .
Razgirê Giştî yê Hevbeniya Niştimanî Mihemed Yehya Mektebî di birûskeke berî niha de ku ji bo berpirsên helmeta ” Yên Mayî Biparêzin ” re hatibû şandin tekez kir ku Hevbendî bi giringiyeke taybet li dosya girtiyan dinere. Herweha piştgirî û rêzgirtina xwe bo berpirsên vê helmeta ku armanca wê piştgiriya pirsgirêka girtiyên Sûrî ye dabû xuyakirin.
Mektebî destnîşan kir ku dosya girtiyan giringtirînîn beş bû di gotubêjên ku bi şandeyên diplomasî re htibû gengeşekirin, wêneyek hûrbîn li ser rewşên dijwar yên ku tê de dijîn hatibû veguhestin, di riya wê re Hevbendiyê xwest ku fişarê li gor karîna xwe li rejîma Esed bo berdana wan û sivikirina êşa wan bike.
Razgirê Giştî di birûskê de got: ” Ew pakrewanên zindî ne, tu tişt li ser erdê tune ku beramberî yek deqeya di zindanên rejîma Esed de be”. Û wisa berdewam kir: ” Gelek hene ku di refên şoreşên de kar û afirandin kirine, îroj di bin hemû cureyên işkencê de girtî ne “
Jêder: Hevbendî – Ajans