Serokê Emrîka Barak Obama dibîne ko Şerê Esed dijî miletê Sûrî, tundrewî û tundûtûjî bêrtir kiriye, û tekez kir ko divê şerê Rêkxistinên Tirorist û ramanên wan jî bê kirin.
Obama di gotara xwe ya di dawiya kongirê têkbirina“Tundûtûjiya Tundrewan”, yê ko Koçka Spî ew amade kiriye: “ Divî em zulm û zordariya siyasî nehêlin ji ber ku tundrew sûdeyê jê werdigirin”
Bal kişand ser “zordariya li dijî Hevrikan, Tundrewî û tiroristiyê geş dike”. Û daxwaz kir ji bo “ misogerkirina bikaranîna dîmuqratiyê û hilbijartinên azad yên ku dihêlin gel serokên xwe helbijêrin”.
Û dît ko: “Çewisandina ji ber regez an jî olê, dîsa dê tundrewî û tiroristiyê geş bike.”
Serokê Emerîka hişyarî da li ser ko tirorist rewşa hin xelk tê de dijîn û bi taybetî ya abûrî, delîve digirin da wan ji xwe re bikin leşker.
Berdewam kir “gava xort hestê belengaziyê pêre peyda dibe ,û dema delîveyên hînbûn û perwerdeyê û delîveya alîkariyê bi malbatên xwe bikin tune bin, ew dihêle ko aramî têk biçe û hinek ji wan têkevin nav komên tiroristan de.”
Jêder: Hevbendî+Acans