Duhî Xalid Xoca Serokê Hevbendiya Niştimanî, di kongirekî rojanamevanî de li firokxaneya Istembolê, dilxweşiya xwe anî ziman li hember serkeftina operasyona veguhestina gora Sûleyman Şah bo gundê “Eşima” li bakurê Helebê, tevlî dabînkirina hemû pasevanên li cîgehê ziyaretgeha berê bûn.
Xoca diyar kir ku operasyon bi agehdariya Hevbendiya Niştimanî û herwiha bi hemhengiya artêşa Azad hat pêkanîn, û amaje kir ku operasyon di çarçoveyê zagonî de hat encam dan, ku Tirkiya derbasî xaka Sûruyê bû di hindur sînorên zagonî de û li gor hevpeyman û rêkeftinên navdewletî.
Xoca got: ” Tirkiya gelê Sûriyê bitenê nehişt, û ev pêngav di çarçoveya parastina paşmayên dîrokî yên hevbeş di navbera herdu gelên Sûriyê û Tirkiyê de avêt “, û got:” em bi bilindî bizavên Hikûmeta Tirkiyê dinerxînin ku li kêlek me û mafê me rawestiya û piştgiriya xwerageriya miletê Sûriyê kir ji bona bidestxistina rûmet û azadiya xwe”.
Herwiha derbarê mirina serbazekî tirk ji egera rûdaneka normal, Serokê Hevbendiyê sersaxiya Tirkiya û xêzana wî serbazî kir û got: “me hêvî dikir bûyerên weha neqewmin, lê operasyon ji aliyê leşkerî ve serkeftî bû”.
Xoca balkişand ku Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Tirkiyê di hemahengiyek berdewam de ne û bi hevre kar dikin ji bo piştgiriya aramiya Sûriyê û bicihkirina hêviyên gelê wê di bidestxistina rûmet û azadiya xwe.
Di dawiyê de berêz Xoca sipasiya dewlet û gelê Tirkiyê kir li ser piştgiriya doza miletê Sûriyê li ser hemi astan.
Jêder: Hevbendî