Îro piştî nîvro Srokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Xalid Xoca hevdîtin bi hejmarek ji Çalakvanên Ragihandinê û Mafnasên Sûrî re li bajarê Xazî Entab pêk anî.
Xalid Xoca ji Çalakvanan re da xuyakirin ko di evê qonaxê de Hevbendî bizava dezgehkirina Artêşa Azad dike, û kevalê serpereştiya erkan jinûve berhev bike, û bihêle ko rola wê bêtir kartêker be û beşdariyê di biryara siyasî de bike.
Bal kêşand ser ku 3000 Efser û 20 000 endamên polîs li kampan hene, em dikarin sûdeyê ji wan wergirin, da bibin hêmanên damezirandina Dezgeha Artêşê û ya Polîsan.
Serokê Hevbendiyê bal kişand ser ku Berevaniya Sivîl rewşa wê jî wek ya Artêşa Azad e, û pêdiviya me bi pêşvebirina wê heye û gerek em evê Dezgehê ava bikin. Gerek piştgiriya darayî ji Berevaniya Sivîl re rêxistî be û di rêya Dezgehekê tenê re be, û got ku berdewamiya piştgiriya darayî ji Dewletekê ji Dezgehekê re destbidest ew bixwe berdewamiya rewşa tevlîheviyê ye.
Xoca Tekez kir ku Opozisyon û Hevbendî gerek bi mejiyê Dewletê biramin û em baregehên xwe û yên Desthilata Demkî ber bi hundir ve biguhêzin. Di seredana me ya Parîsê de Wezîrê Berevaniyê Selîm Idrîs dosya daxwaza Çekên dijî Fifrokan tevlî dan û standinan kir.
Jêder : Hevbendî