Îro roja çarşemê li danê sibehê, li bargeha Hevbendiyê , Xalid Xoca Serokê Hevbendiya Niştimanî bi Şanderê navdewletî bo Sûriyê Dî Mîstora re civiya û pêre wirdekariyên rawestandina gulebarandinê di çarçoveya pilana wî bo cemdandina Navçeyên şer li Helebê gengeşe kirin.
Serokê Hevbendiyê ji Dî Mîstora re diyar kir ku armanca destpêşxeriyê divê rawestandina kuştin û gulebarankirinê be, û pêwîste destpşxerî di çarçoveya çareseriyeka giştgîr de be û bi xwe ve sercem navçeyên Sûriyê bigire di çarçoveya Jinêv 2 de.
Di miyanê axaftina xwe de Xoca dîtina Hevbendiyê li ser destpêşxeriyê pêşberî Dî Mîstora kir, û tekez kir ku pêwîst e destpêşxerî li gor biryarên navdewletî yên pêwendîdar, û digel pêvajoya kongirê Jinêv be, tevlî şikandina dorpêçkirinê li ser navçeyên dorpêçkirî û gihandina alîkariyên mirovî bo xelkên dorpêçkirî.
Xoca di hevdîtinê de ji Dî Mîstora re wek amajeyekê li ser herdu hevdîtinên Qahîre û Mosko; tekez kir ku her destpêşxeriyeka navdewletî yanjî herêmî sernakeve dema digel naveroka Jinêv negunce, yanjî hewla zîvirînê lê bike. Jêder: Hevbendî