Xalid Xoca Serokê Hevbendiya Niştimanî, bi xurtî tekez kir li ser ku rûxanda rêjîma Esed nayê wateya ruxandina Saziyên Sûriyê, belê bitenê tê wateya rûxandina kesinan ku li ser desthilatê zalbûne , û divê ew ji fermanrewiya Sûriya bidûr bên xistin, û dît ku” Em karin rêkeftinê digel pêkhateyên din yên rêjîmê bikin, heta ku em dikarin rijêmê bixwe jî bipejirînin di çarçoveya ramanên daxuyaniya Jinêva 2 de, û em kargeriya qonaxa veguhêz bikin, heta pêkanîna yekemîn perlamantoyê damezrandinê”.
Herwiha Xoca daxwazên avakirina kevalekî nû ji opozisyona Sûrî re ret kirin, û dît ku firenetewî û fireayînî û firesiyasî ya di Hevbendiyê de heye, di hîç aliyekî din yê opozisyonê de peyda nabe, û amaje kir, ku dibe nav bête guhertin lê naverok nayête guhertin, û di heman demê de tekezî kir li ser ku her hevpeyvînek di navbera aliyên opozisyonê de bête encamdan bê Hevbendiya Niştimanî bê guman wê binkeftî be”.
Serokê Hevbendiyê got ku dergehên Hevbendiyê li pêş hemû aliyên opozisyonê yên din vekirî ne, û Hevbendî amade ye bo yekrêziyê ligel wan bike li ser zemîneka hevbeş ku pirosêseka goftûgoyan ya nû peyda bike wek (jinêf3), û rêkeftin li ser çarçov û piransîpên hevbeş ku ber bi danûstandinê ve herin bibe,lê ji devera ku (jinêf2) lê bi dawî hatî, û ne bi ramanin nû.
Xoca tekez kir ku “artêşa Azad ne bi tenê şerê Esed dike, lê herwiha şerê rêjîma Iranê jî dike, û balkişand ku Esed tenha ew bitenê rêveberê cêbicêkirina berjewendiyên Iranê ye, û Iran dîtir hêz nîne bo xweragirtinê di Sûriyê de, û ew dem wê bê dema dest ji Esed berde çawa ku dest ji Malikî berda”.
Ji aliyekî din ve tekezî kir ku” Opozisyon bi hemû rengên xwe ve(ji bilî Yekîneyên parastina Gel YPG) dabeşkirin û jiyekxistina Sûriya ret dikin, û dît ku Hevbendî divê gotara xwe biguhere ji bo dilê netewyên kêmjimar têkeve cî de”.
Xoca da xuyakirin ku karekî giran yê din li pêşber Hevbendiyê heye, û divê tê de serkeftî be, dive ku em dewletên heremî û navdewletî bigihînin wê baweriya ku serkeftina şoreşê tê bi wateye dabînkirina seqamgeriyê di navçeyê de, ku em dikarin navçeyên rizgarkirî bi bîrûbaweriyên dewletê bi rêve bibin ne bi şêweyê hindek girûp û rêxistinan, û artêşa Azad dikare xwe bi rêxistin bike di çarçoveyê dezgeheke leşkerî ya li gor pile û zagonên leşkerî, û balkişand ku piştî wê demê dibe qonaxa çaksaziya navxoyî û lipaşxwehiştina hin astengan destpê bike, ku di pêşiyê de parastina hevgirtina opozisyonê û vegerandina payedariya wê, bi rêka hembêzkirina wê û gel ji hev re”.
Xoca da xuyakirin ku di nîvê pêşî ji vê heyvê, bê goman wê Hevbendî kevaleke xwe yê nû û bi kadiroyên pîşeyî yên nû encam bide, û di heman demê de bi xurtî tekezî kir li ser pêwîstiya pabendiya her yekê ji dam û dezgehên Hevbendiyê bi rola xwe.
Jêder: Hevbendî+ Elşerq Elewset