Şoreşgeran 3 tank û du erebeyên “BMB” wêran kirin, û 26 leşker ji Hêzên Esed li Xûteya Şamê kuştin, ji ber Artêşa Islamê Hewldana hêzên Esed bo derbasbûna eniya Tel El-Sewan têk birin.
Ji hêleke dî ve şoreşgeran 17 leşker ji hêzên Esed û Milişiyên Hizbillah yê tiror li Gundewarê Hema ê Rojhilatî di xefkek vedayî de kuştin.
Herweha Artêşa Azad bi sarûxên Girad wargehên li her du gundên Cûrîn û Şehta li Gundewarê Hema yê Rojavayî armanc kirin, û rêbenda Zilîn bi bumbeyên Hawinan dan ber xwe, û erebeyek ji yên hêzên Esed li xala 52an li bajarê Mork ieqandin.
Û artêşa Azad bi bumbeyên Hawinê wargehên hêzên Esed li Ketîbeya Banoram li bajarêDe`ayê armanc kir, dest danî ser rêbenda Kehreba li bajarê Şêx Miskîn li Der`ayê, û dîlkirina leşkerekî Iranî ragihand. Herweha Artêşa Azad wargehek ji hêzên Esed li ser xêza eniya Başûrî ji bajarê Itman teqand, di encamê de leşkerek ji hêzên Esed hst kuştin ûhejmarek birînar bûn.
Jêder: Hevbendî – Smart