Serokê Hevbendiya Niştimanî Xalid Xoca got: “Şoreşa Sûriyê bi awayekî nû derbasî sala pêncan dibe, ew e qonaxa rizgarkirinê, piştî Rêjîma Esed ket û karûbarê Dewletê radestî Îranê kirine û birêveberiya şer jî radestî Serpereştê Feyleqa Qudis di Pasvaniya Şoreşgêr ya Îranî de Qasim Silêmanî kiriye.”
Xoca tekez kir ko “Şoreşa Sûriyê netenê liberxwedan ji bo pêşvebirin û bilindkirina asta jiyana Gelê Sûriyê ye, lê belê ew cengeke li dijî dagîrkerên biyanî ye” ko Îran û Çeteyên mezhebperest yên ko ji pişt sînor hatine nûneritiya wê dikin. Piştî ko Rêjîma Esed nema dikare û ji hêza wî nema, “ko bi hemû hêza xwe ya leşkerî nema dikare viyana milet têk bibe. ”
Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî doz li Miletê Sûriyê kir”ko bizav û xebata xwe bikin yek û bi Serpereştiya xwe re hevkar bin, da pêvajoya xwe bi rastî pêşve bibe û kar ji bo Sûriya nû bike, û dewleta dadperwerî û azadiyê damezirînin. Hemû pêkhatiyên Gel tê de beşdar bibin, di çarçoveya Civakeke piralî tu zêdegavî ji desthilatekê bi ser ya din ve tune be û Artêşeke bêalî da bikaribe Welat û aramiyê biparêze.”
Di bîranîna çaran de ya Şoreşê Xalid Xoca tekez kir ko rûxandina serê Rêjîmê û dezgehên ewlekariya wî ew di çi çareseriya siyasî de be armanca serekî ya Şoreşê ye. Her wiha ew armanca serekî ya çi danûstandinan de ye.
diyar kir ko dema dahatî “wê kar ji bo xurtkirina Artêşa Azad û ewê bidezgehkirin bide da karibe Sûriyan biparêze û bibe bingeh ji Artêşa Sûriyê re ya Azad û ew dabîna tenê ye ya serkeftinê da Welat ber bi qunaxa veguhêz de bibe. ”
Serokê Hevbendiyê anî ziman ko”ji berî çar salan ve zarokên Der’a yekem şêwe ji azadiyê re li ser dîwarên Sûriyê nigar kirin. Ew têgihan 50 salî veşartî mabû ji qonaxa zordariyê da miletê Sûriyê raperî û Şoreşa xwe li dijî stem û zordariyê dest pê kir.”
Xoca bêtir got: “Çar sal ji temenê Şoreşa Gelê Sûriyê çûn û hêj viyana wî xurt e heta azadî û rûmeta xwe misoger bike. Beraber jî awayê Rêjîmê nehate guhartin her ew kuştin, wêran kirin û pir tawankariyan dike. Şoreş derbasî sala pêncan bû bi 220 hezar şehîdan û wek wan Girtî di zindanan de û bi milyonan derbider li Kampan û Penaberên Dewletan hene.”
Xoca tekez kir ko Şoreşa Sûriyê bûye Şoreşa Milet û ew hêja ye ko serkeftinê bidest bixe bi yekgirtina hemû hêzan da armancên xwe misoger bike.
Jêder: Hevbendî