Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Cawîş Oxlo rexne li wezîrê derve yê Emerîkî kir, piştî daxuyaniya wî ya dawî ko tê de gotiye ew amade ye rûbirû Esed bibîne û danûstandinan digel bike, Oxlo bi pirs dibêje: li ser çi tu dê danûstandinan bi Esed re bike? Û wê Emrîka li ser çi danûstandinê bi Rêjîma ko bêtir ji 200 hezar Sûrî kuştine û çekên kîmawî li dijî sivîlan bikar anîne bike?
Her wiha Wezîrê derve yê Tirkiyê tekez kir ko Rêjîma Esed sedema hemû arîşeyên Sûriyê ye. Guhertin di Sûriyê de pêdiviya wê bi çûna Rêjîma Esed û pêkanîna Desthilateke giştî ku hemû pêkhatiyan bicivîne heye.
û got ku Rêkxistinên tirorist li Herêmê piştgiriya herî mezin ji Rêjîma Esed werdigirin.
Destnîşan kir ko du pirsgirêk hene gerek li Sûriyê çareser bibin, yek jê Rêkxistina Daiş e gerek têk biçe , û ya din Rêjîma Esed birûxe û guhertina siyasî li Welat pêk were.
Her wiha Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Dawid Oxlo di heman mijarê de axivî û got: “Em dengina bervajî wijdanê mirovî ji Rojava dibihîzin.. Eger hûn bi Esed re rûnên û destê xwe bidin destê wî, di dîrokê de ew kar ji bîra wijdanê mirovantiyê naçe, çi cudahî di navbera silavdana Esed an Hitler an Mîlozofîtş de nîn e.
Ji aliyê xwe ve Serokê Hevbendiya Niştimanî Xalid Xoca doz li Birêveberiya Serokê Emerîkî Barak Obama kir, da cudakirinê bike navbera dosya Newewî ya Îranî û Kêşeya Sûriyê û Xoca got: “Frensa û Elmanya û Tirkiya peywendiyên wan bi Îranê re hene û ew piştgiriya Şoreşa Sûriyê jî dikin û hemû cudahiyê dikin navbera dosya Newewî ya Îranî û tiştê ko li Sûriyê çê dibe.”
Xoca bêtir got: “Pirsgirêk ew e ko em evê cudakirinê di siyaseta Obama de nabînin û guman li bal Gelê Sûriyê çê dibe ko girêdan di navbera wan de heye, û wek ko Îran gurzek daxwazên lihevkirinê yên negirêdayî bi dosya Newewî ya Îranî ve, lê belê bi dosyene din li Herêmê û giringtirîn dos babeta Sûroyê ye.”
Her wiha Serokê Hevbendiyê doz kir: “gerek di navbera lihevkirinên bi Îranê re û mijara Sûriyê girêdan nebe, û mana Esed di desthilatdariyê de ne parek ji lihevkirinên bi Îranê re û dosya Newewî ya Îranî re be.”
Jêder : Hevbendî+Acans