Heryek ji Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê Xalid Xoca û Wezîrê derve yê Birîtaniya Fîlîp Hamond di daxuyaniyeke hevbeş de yekser piştî hevdîtina herdu aliyan duhî li Birîtaniya tekez kirin ku cihê Esed nîne di paşeroja Sûriyê de.
Xoca û Hamond ragihandin ku wan bi hevre nêrîn hevpar kirin derbarê ku encamdana danustaninên kara bo veguhestina siyasî ku take riya bo dîtina çareseriyekê di Sûriya de , û bidawîkirina tirajîdiyên gelê Sûriyê û jinavbirina DAIŞê, û dupat kirin ku ev piroseya siyasî ya nû wê bibe derfet bo bidestxistina pêşketineke rasteqîn ber bi danustandinan bi serkêşiya xelkê Sûriyê bi xwe û bi piştgiriya Civaka navdewletî.
Daxuyaniyê bal kişand li ser giringiya çareserkirina derencamên mirovahî yên xirab , û ya herî giring bidawîkirina destdirêjiyên li ser sivîlan û navçeyên wan, û bi taybetî bidawîkirina bikaranîna bitewşî ya bermîlên teqîner ji aliyê rêjîma Esed ve, hevşan ligel bizavên dubare destpêkirina danustandinên siyasî.
Herwiha herdu alî rêkeftin li ser giringiya berdewamiya Hevbendiya Niştimanî di karûbarên pêwendî û pevgihandinê ligel girûpên opozisyonê yên lêbral di Sûriya de bi herdu aliyên siyasî û leşkerî, herwiha Tîma opozisyonê ya pêwendîdar bi danustandinên pêwîst bikaribe binavê secem xelkê Sûriyê biaxive.
Jêder:Hevbendî