Wezareta Karê Derve ya Emrikî Çarşembê ragihand ku 120 Hezar Sûrî bi kêmasî di hindirê welatê xwe de ji destpêka êrîşên leşkerî yên Rûsî di dawiya Ilûnê/Sebtember de mecbûrî mişextiyê bûne.
Waşinton berdewam kir ku 85% ta 90% li êrîşên Rûsî Artêşa Sûrî ya Azad armanc kir.
Alîkara Wezîrê Karê Derve ya Emrikî bo devera Rojhilata Navîn An Batirsin li pêş komîta Karûbarê Derve di Kongiris de got:” Ji destpêka êrîşên Rûsî li Sûrya, bêtir ji 120 Hezar Sûrî ji ber operasyonên leşkerî ji hêla rejîmê û bi piştgiriya derbên azmanî yên Rûsî li parêzgehên Hema, Heleb, û Idlib mişext bûne”.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî Xalid Xoce tekez kiribû ku dagîrkeriya Rûsî ji Sûryayê re” Aramiya deverê jihev dixe, û ewlehiya wê û ya cîhanî dixe bin metirsiyekê de”.
Xoce li ser pêwistiya avakirina devereke aram li Bakur û Başûrê welat jî tekez kir, ji ber ew ê gelek ji xelkê Sûrî ji bermîlên teqîner û firokên tawankar ên rejîma Esed biparêze, û wê tevgera mişextiyê û penaberiya derveyî welat sînor bike.
Xoce wisa jî got:” Devera aram tê wateya pêkanîna aramiyê, û bi pêkanîna devera aram wê penaber vegerin malên xwe, û gihiştina alîkariyên mirovahî bi awayekî berfirhtir bighê wan.”.
jêder: Hevbendî – Ajans