• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Wednesday, 1 February , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Xoca Û Holand Tekezî Li Ser Sûriya Bê Esed Kirin Û Lidarxistina Simînarekê Li Niyoyork Li Ser Bermîlên Teqîner

September 29, 2015
in Nûçeyên Hevbendiyê
Xoca Û Holand Tekezî Li Ser Sûriya Bê Esed Kirin Û Lidarxistina Simînarekê Li Niyoyork Li Ser Bermîlên Teqîner

Xalid Xoca serokê Hevbendiya Niştimanî tevî şandeka Hevbendiyê li bajarê Niyoyorkê bi Serokê Firensa Firinsiwa Holand re çavpêketin kir, û di hevdîtinê de pêşhatên siyasî û serbazî hatin gengeşekirin û tekezî li ser helwesta Firensa ya hevbeş di nav wê û Hevbendiyê derbarê paşeroja Sûriyê bê hebûna Esed hat kirin.

Herwiha Xoca û şanda ligel li beyaniya îro û li perawîzê kombûnên komeleya giştî ya Netewên Yekgirtî, beşdarî di simînarek taybet de derbarê Sûriyê kirin, bi navnîşanê “Reva ji Bermîlên Esed”,  ku naveroka wê li ser bandora bermîlên teqîner yên bitewşî bû, yên ku rêjîma Esed li ser navçeyên nişteciyan û li ser bazarên gelêrî dibarîne, ku pêwîst e êrîşên esmanî yên firokên Esed bêne gemkirin û navçeyên tenah bo welatiyan bêne peydakirin.

Xoca di gotereke xwe de wirdekariyên kiryarên hovane yên rêjîma Esed bi taybetî li dijî sivîlan û bermîlên teqîner yên xudan bandoreke bitewş û giringtirîn kiryarên ku piraniya qurbaniyên wan bi rêjeya 95%  sivîl in di her êrîşeka esmanî de şirove kirin, ku ev wê yekê dide xuyakirin ku rêjîma Esed çavê xwe ji armanckirina rêxistina DAÎŞ ya terorîst digire.

Xoca tekez kir ku tişta îro li Sûriya diqewime bi xwe kiryareke “Qirkirinê ye” ku li pêş çav û guharkirina Cîhanê dibe, û çar milyon Sûrî yên penaber li dewletên cîran li ser vê diaxivin, Xoca bal kişand ku nabe çi kes çavê xwe ji bûyerên Sûriyê bigire, û herwiha nabe rêjîma Esed ji berpirsyaretiya tawanên dijî sivîlan bête bêsûckirin.

Herwiha Xoca amaje kir ku hêjî civaka navdewletî ji waneyên bûrî yên nêzîk li heryek li Bosna û Rewanda fêr nebûye, û hêjî ew şaşî dubare dibin, û civaka navdewletî tiştek nekiriye bo rawestandina cînosayîdkirina gelê Sûriyê, hevdem da xuyakirin ku têkşikestina wê li hember dadgehkirina serektirîn encamderên tawanan û necêbicêkirina biryarên Encûmena Asayişê bû sedema bilindbûna asta mirinê bi awayekî berdewam, û navçe bi giştî ket li jêr fişarên mezin bi sedema kirîza penaberan.

Xoca cext li ser wê yekê kir ku amarên niha didin diyarkirin ku kuştina bitewşî ji sivîlan re, dibe sedema serekî ji du mezintirîn arîşeyan re yên civaka navdewletî rûbirûyî wan tê, ku ewjî  kirîza penaberan û metirsiya tundrewiyê ne, nemaze piştî encamdana êrîşên esmanî yên tewşgerî.

Xoca tekez kir ku ji bona Rewandayek din dubare nebe , pêwîste kuştin li Sûriya bête rawestandin û esman li pêş firokên Esed bête girtin, hevdem bal kişand ku mîkanizma vê yekê diyar e, ewjî bi rêka peydakirina penageheke aram bo sivîlan û sepandina navçeyek dijefirîn li Sûriyê pêk tê, û da zanîn ku ev yek takehêviya xelkê Sûriyê ye, ku ew bi xwe rêşûneke bo rizgarkirina giyanê sivîlan, û dergehe bo çareseriyeke siyasî ya giştgîr.

Dîsa Xoca diyar kir ku ew navçeya dijefirînê wê heftane jiyana 200 sivîlan biparêze, û herwiha wê kirîzên mirovî sivik bike û wê pêla koçberiyê kêm bike, û wê dijberiya tundrewiyê aktîvtir bike û wê derfetên çareseriyek siyasî ya rekeftin li ser bûyî di daxuyaniya Jinêv de zêdetir bike, û heger rêjîm ji bikaranîna êrîşên esmanî bête bêpar kirin wê demê wê hîç bijardeyek li pêş nemîne ji bilî danustandinan.

Xoca amaje kir ku dirustkirina navçeya tampo wê ji heryek ji Rûsiya û Îranê û çeteyên Hizibuleha terorîst yên hevalbendên rêjîmê re bide eşkerekirin ku bizavên wan yên ji bona bihêzkirina Esed bêhûde ne, û çareseriya siyasî takebijarde ye, hevdem da xuyakirin ku îro Rûsiya yekser bûye hevpara tawanên şer, û destêwerdana wê di Sûriya de îro agir geştir dike û dibe sedema hatin û hawirdekirina kesên tundrew.

Xoca diyar kir ku pirkirina piştgiriya leşkerî ya Rûsiya ji rêjîmê re bi xwe zalkirina bo dagîrkirina derekî û şiyanên rêjîmê bi encamdana tawanên dijemirov û yên şeran zêdetir dike û herwiha aliyên radîkal û yên terorîst bihêztir dike, û destpêşxeriyên navdewletî lawaz dike yên bi serpirştiya şanderê navdewletî Stîvan Dî Mistora ji bona dîtina çareseriyek siyasî, li ser binyatê daxuyaniya Jinêv ku hikûmeta Rûsiyayê bi xwe beşdarî di dariştina wê de kiriye.

Xoca daxwaza ji Netewên Yekgirtî kir ku her destêwerdanek derekî şermezar bike, hewiha daxwaza derketina sercem hêzên biyanî ji Sûriya kir, û di nav wan de DAÎŞ û çeteyên Hizibulaha Terorîst û Îran û Rûsiya, wek daxwazekê bo gihiştina çareseriyek siyasî ya giştgîr li Sûriya, herwiha bangewazî da wan ji bo rewstandina dîtina behane berepêkan ji bo reva ji hilgirtina erk û berpirsyaretiyên dîrokî.

Jêder:Hevbendî 

ShareTweetSend

Posts Related

Îsa: Çemê Qiwêq Dîdevanê Hovîtiya Rijêma Esed e di Danûstandina Wê ya bi Sivîl û Girtiyan re
Nûçeyên Hevbendiyê

Îsa: Çemê Qiwêq Dîdevanê Hovîtiya Rijêma Esed e di Danûstandina Wê ya bi Sivîl û Girtiyan re

January 31, 2023
Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re
Nûçeyên Hevbendiyê

Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re

January 30, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.5k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Îsa: Çemê Qiwêq Dîdevanê Hovîtiya Rijêma Esed e di Danûstandina Wê ya bi Sivîl û Girtiyan re

Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re

Mektebî Piştrast Dike ku Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di Demeke Guncav de Hat û Rola Revendên Sûrî Bilind Dinirxîne

Hevbendiya Niştimanî Spasiya Xwe bo Helwêstên Navdewletî yên Piştgir ji Kartêkerkirina Dosya Sizakirina Rijêma Esed li Ser Tawanên wê Tîne Ziman

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.