Serokê Hevbendiyê Xalid Xoce bi Wezîrê Berevaniyê Selîm Idrîs re serdana eniyên şer li Laziqiyê kirin. Xoce tekez kir ku ” Nabe em bi rejîma Esed a kujer re li ser maseya diyalokê rûnin, têkiliya tekane di navbera me de danustendina li ser damezirandina desteyek fermanrewayiya veguhêz bi desthilatên tekûz, bê Esed û alavên wî yên ewlekarî ye”.
Xoce got Hevbendî bo beşdariya di çi operasyona danûstendinê de ji xala ku Cinêva 2 lê rawestiyaye berdewam bike amade ye.
Xoce tekez kir ku Hevbendî, Desteya Erkanê Artêşa Azad û Hikûmeta Sûrî a Demkî bi hev re, bi lihevkirinek tekûz û bi yek istratîjiyê, û bi beşdariya hêzên şoreşger ên li ser hemû xaka Sûrî belavkirî ne kar dikin.
Serokê Hevbendiyê bal kişand ku wê serdan wê berdewam û lidûhev bin, bi rêhevaliya Wezareta Berevaniyê û Hikûmeta Demkî bo bidawîkirina pirojeyên xwe, û bidawîkirina van pirojeyan berdewamiya şoreşê ye, û pêşveçûna ta rûxandina rejîma Esed e.
Serokê Hevbendiyê û şanda pê re li ser amadebûna Artêşa Azad li eniyên şer, û pilanê leşkerî ku Artêşa Azad amade dike agahdarî girtin. Xoce ji serkirdeyên eniyan re got: ” Saziya Artêşa Sûrî a Azad wê pir nêzî me be, ji ber Hevbendî û Hikûmet nikarin barê pirojeyê xwe hilgrin eger deverek aram û dabînkirî ji hêla Artêşa Azad ve tune be”.
Jêder: Hevbendî