Serokwezîrê Tirkiyê daxwaza lixwegirtina stratijiyeka giştgîr bo şerê li dijî terorê li Sûriya ji Amerîka kir, ku rûxandina Esed ji sereketirîn erkên wê be.
Duhî Oxlo di axaftina xwe de digel rojnameya “Waşinton post” got ku “stratijiya giştgîr” avakirina navçeyên dijfirînê ji aliyê turkiyê ve li Sûriyê, bo dabînkirina penagehên tenah bo penaberên Sûriyê li navçeyên nêzîkî sînorên Tirkiyê û Sûriyê.
Oxlo diyar kir, ku armanc ji avakirina navçeyên aram ewe nehêlana gihiştina penaberên zêdetir bo Tirkiyê. Herwiha Serokwezîr Oxlo mafê bikaranîna Amerîka ji binkeyê Serbazî (Encerlik) re li dijî rêxistina DAÎŞê mercdar kir bi cêbicêkirina “Stratijiya giştgîr” ji hêla Amerîka ve li Sûriyê.
di demeke bûrî de jî, Serokwezîr li ser ku baredoxên Sûriyê metirsiyek ewlekarî mezin çê dike tekezî kirbû û ” hovîtiya Esed jêdera wê arîşeyê ye”, û Oxlo got: “Me navçeyeka dijfirînê divê ku bi kêmahî Helebê ji êrîşên esmanî biparêze, û herwiha da penaberên nû awareyî Tirkiyê nebin”.
Jêder: Hevbendî+Wekalat