Çalakvanan gotin ko firokên cengî yên rêjîma Esed û Rûsya bajar û bajarokên Xûta rojhelat îro înê amanc kirine, di encamê de çend kes şehîd ketine û hinên din birîndar bûne.
Desteya oldarî ya giştî ya li Xûta rojhelat nehiştin nimêja înê ya tevayî bibe, ji ber bombebaran berdewam e, û di daxuyaniyekê de Desteyê got: ‘’ ji ber rewşa ewlehiyê li Xûta rojhelat, bi sedema ko rêjîm bi mebest komgehên niştecihan tevlî mizgeftan jî amanc dikin, ji ber vê hindê nimêja înê li mizgeftan nekirin.‘’
Çalakvanên herêmê gotin ko bombebaran bêtir li ser Heresta ye, ko heta nuha bêtir ji 60 mûşekan û 300 bombavêjan, her weha herêmên din jî bi firokên cengî hatine amanckirin, di encamê de bi kêmanî 30 kes şehîd ketine û bi dehan birîndar bûne.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê tekez kir ko tiştê li Xûta çêdibe ji amanckirina herêmên bajêr û taxên niştecihan ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê , ew delîvegirtinek e ji têkçûna berdewam ya civaka navdewletî di standina helwestekê de di asta qebareya berpirsiyariyên di hustê wê de.
Hevbendiya Niştimanî dîsa bang li civaka navdewletî kir û hişyarî dayê ko helwesta wan ya neyênî û dûrbûna wan ji çixêza kartêkeriyê beraber van tawankariyên ko rêjîm û yên piştgiriya wê derheqê miletê Sûrî de dikin, ji wan kirdeyan jî bermîlên teqîner, û bombeyên goşryî û çekên kîmawî (gaza kilor) bikar tînin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî