Encûmena Parêzgeha Gundewarê Şamê nerazîbûna xwe diyar kir ji bêdengiya civaka navdewletî derbarê bombebarana taxên niştecihan û sivîlan li Xûta rojhilat a Şamê ko ji hêla rêjîma Esed û firokên cengî yên Rûsya têne amanckirin.
Encûmenê di daxuyaniya xwe de duh got ko bombavêjên Rûsya û firokên hêzên Esed taxên bajêr yên çi hebûna leşlerî li wan nîn e, û herêmên dûrî aniyên Xûta yên pevçûnan bombebaran dikin.
Her weha rêkxistina lêborîna navdewletî dibîne ko ‘’ rêjîma Esed tawankariyên cengê li Xûta rojhelat dike ‘’ bêtir got ko ‘’ bombeyên çêkirina Sofyêtî yên goşeyî yên qedexe bobelata mirovî bêtir dike. ‘’
Rêkxistinê diyar kir ko wê wêneyên bidest xistine lêkolîn di wan de kirine hat diyarkirin ko hêzên rêjîmê bombeyên goşeyî yên çêkirina Sovyêtê li herêmên niştecihan bikar tînin.
Daxuyaniya Encûmena parêzgeha gundewarê Şamê daxwaz ji rêkxistinên navdewletî û yên mafnasiyê kir ko bi hêztir fişarê bikin tako rêjîma Esed û Rûsya neçar bikin ko bi yasayên navdewletî yên têkildar ko sivîlan bêlayen bikin û herêmên wan ji bombebaranê cuda bikin.
Hevbendiya Niştimanî Sûrî got ku tiştê li Xûta çêdibe ji amanckirina herêmên bajêr û taxên niştecihan ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê , ew delîvegirtinek e ji têkçûna berdewam ya civaka navdewletî ko nikare helwestekê di asta berpirsiyariyên di hustê xwe de bistîne.
Hevbendiya Niştimanî dîsa bang li civaka navdewletî kir û hişyarî dayê derbarê helwesta wan ya neyênî û dûrbûna wan ji çixêza kartêkeriyê beraber van tawankariyên ko rêjîm û piştgirên wê derheqê miletê Sûrî dikin, ji wan kirdeyan jî bermîlên teqîner û bombeyên goşryî û bikaranîna çekên kîmawî (gaza kilor) .
Li dora 350hezar sivîlî li Xûta di bin dorpêçeke tund de ko ji hêla Rêjîma Esed ve pêk tê dijîn, û rojane hêzên Esed taxên niştecihan bombebaran dikin, dorpêça Xûta rojhelat ji tebaxa 2014ê ve dest pê kir, piştî ko hêzên Esed dest danîn ser bajarokê Elmilêha ya nêzîkî firokxaneya navdewletî ya Şamê ya ko pênc km dûrî Şamê ye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî