Tora Sûrî ya mafên mirov duhî roja înê raportek taybet bi hejmara komkujiyên li Sûriyê belav kir, û têde hatiye ku nekêmtir ji 374 komkujî li sala borî 2017’an ji aliyê hêzên Esed û Rûsiya û Hevpeymaniya navdewletî hatine pêkanîn.
Torê di raporta xwe de tekez kiriye ku 129 komkujî bi destê hêzên Bişar Esed hatine pêkanîn, û 83 bi destê hêzên Rûsiya û 113 komkujî ji aliyê hêzên Hevpeymaniya navdewletî.
Raportê diyar kiriye ku parêzgeha Dêrazorê di rêza pêşî de hatiye bi 120 komkujiyan, ji wan 46 ji aliyê hêzên Esed û 42 komkujî ji aliyê Rûsya hatine pêkanîn, û paşî parêzgeha Reqê bi 105 komkujiyan hatiye, ji wan 87 ji aliyê hêzên Hevpeymaniyê û 10 bi destê rêxistina DAIŞê.
Di raportê de hatiye ku 18 komkujî li heyva çileyê pêşiyê bitenê hatine pêkanîn , ku 12 ji wan bi destê hêzên Rijêmê û milîsên Îranê bûn yên bi piştgiriya Rûsiya, û têde 183 kes hatine kuştin ji wan 72 sivîl û 39 jin bûn.
Tora Sûrî ya mafên mirov, komkujiyên rêxistina DAIŞ li tevaya Sûriyê li sala 2017’an dîkoment kirine, ku 19 komkujî bû herûn, her wiha 4 komkujî ji aliyê milîsên YPG bûne, û 26 komkujiyên din ji aliyên hin aliyê din hatine pêkanîn li sala 2017’an.
Raportê daxwaz ji NY û ji encûmena ewlekariyê kiriye ji bo veguhestina doseya Sûriyê bo dadgeha tawanên navdewletî û herwiha rawestandina jikarxistina biryarên encûmenê yên hatine standin derbarê rijêma Esed, û herwiha daxwaza sizadana sercem tawanbarên binpêkirinên mafên mirov li Sûriyê kiriye.
Tora Sûrî ya mafê mirov di raporta xwe de bang li aliyê Rûsî yê gerantor ji navçeyên “kêmkirina tundutîjiyê” kiriye ku rê bigire li pêşiya binpêkirinên rijêma Esed li van navçeyan, yan jî ew ê bitenê bi pevguhertina rolan bo kuştina sivîlan di navbera Rûsiya û Îran û rijêma Esed de bide zanîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî