Wek beşekî ji pilanên pêşîlêgirtina Vîrosa Corona yaku Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, bi hevkariya Hikûmeta Sûrî ya Demkî birêve dibe, xwendekarên kolîja dermansaziyê û ya bijîşkiyê, dest bi helmeteke hişyarikirina ji Vîrosa Korona li deverên rizgarkirî kirin
Û Xwendekaran serdana mal û kampên li bajarê Elbab yê gundewarê Helebê kirin, û hin pelevokên girêdayî bi çawaniya xweparastinê li ser welatiyan belav kirin, û nîşanên li ba kesên bi vîros dikevin xuya dikin şirove kirin, û çawaniya veguhestina kesên bi nexweşiya korona ketine bo nexweşxanan bêyî ku ew kesên wî nexweşî veguhêzin bi vîros bikevin .
Û xwendekaran ji xelkê deverê û nişteciyan xwestin ku tedbîrên pêşîlêgirtinê bigrin, daku nehêlin Vîrosê Corona belav bibe, û di pêşî de girîngiyê bidin paqijîiya xwe û derdora xwe û pabendiyê bi dûrbûna civakî bikin.
Û di vê helmetê de Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê, û Encûmanên Parêzgehan û hejmarek ji saziyên kar di kartên tendurustî de beşdar bûn, her weha polîs û artêşa niştimanî jî.
Tê zanîn ku Xwendekarên kolîja dermansaziyê û ya bijîşkiyê yên beşdarî helmetê bûne, berî bi demekê werkşopeke rahênanê li kolîja bijîşkî ya ku zanîngeha Helebê pê rabûye li ser çawaniya xweparastinê ji bêtara Vîrosa Korona li dar xistibûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî