Bisedên Sûriyan li Berlînê û li pêş balyozxaneya Rûsiya xwepêşendanek lidar xistin bo pirotistokirina dagîkariya Rûsiya li ser Sûriya û li ser piştgiriya Potîn ji stemkar Bişar Esed re bê liberçavkirina kêmtirîn bayex bi gelê Sûriyê û bi mafên wî di rûmet û azadî û xwerizgarkirinê ji dîktatoriyetê de, û herwiha ji bona piştgiriya hemû pêkhateyên gelê Sûriyê û rêzgirtin li giyanê şehîdan yên jiyana xwe jidest dayîn bisedama kuştarên êrîşên Rûsiya û kuştarên bermîlên Esed û ji bona pirotistokirina bêdengiya civaka navdewletî li hember van komelkujiyan.
Ku ev xwepêşandan hat li ser vexwendina balyozxaneya Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê li Almaniya, û balyozê Hevbendiyê Li Almaniya Besam Elebdula ji cihê xwepêşandanê got ku niha xuya ye ku Rûsiya û rêjîma Esed ji berxwe de bombebarankirina sûriyan ranawestînin, lewra pêwîst e ku Cîhana azad û bi taybetî Yekîtiya Ewropa helwestek diyar û bihêz hebe li hember vê destdirêjiyê.
Elebdula amaja kir ku heta îro cîhan ji bilî gazinde û şermezarkirinê yên dubarekirî bê helwest li bûyerên Sûriyê temaşe dike, hevdem bal kişand ku ev helwest û reftara nerênî ligel Şoreşa Sûriyê, bêdengan bi awayekî têxe berpirs di ber tawanên li Sûriyê dibin.
Elebdula tekez kir ku gelê Sûriyê û ji ber bêdengiya civaka navdewletî nirxekî mezin daye û herwiha dewletên cîranjî ew nirx dane yên ku pêşewaziya li hezaran û bi milyonan ji penaberên Sûriyê kirin yên ji ber mirin û bermîlên Esed û ji ber sîxorên wê yên terorîst koçbar dibin, û herwiha got ku îro karvedanên vê bobilatê gehiştine Ewropa jî û gihiştiya almaniya, ku niha bêhtir ji 250 hezar koçberên Sûriyê derbasî Almaniya bûne.
Elebdula bal kişand ku niha cîhan li pêş rûbirûbûneke siyasî û leşkerî ya mezine li Sûriya, nemaze piştî destêwerdana Rûsiya ya eşkera li kêleka rêjîma Esed, lê li pêş her tiştî ev rûbirûbûn bûye rûbirûbûnek rewiştî, hevdem Elebdula cext kir ku dostên gelê Sûriyê daxwazkirî ne bo danîna pilaneka bihêz û diyarkirî bo parastina gelê Sûriyê, yan jî wê kirîz bidomîne û wê aloztir bibe, û helbet wê pêla koçberiyê jî zêdetir bibe.
Jêder:Hevbendî