Komeleya Olompî ya Niştimanî ya sûrî, yadnameyeke lihevkirinê bi Yekîtiya Xwendekarên Sûrî Yên Azad re li baregeha Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê îmze kir, bi armanca rêxistinkirina karê werzişî bo xwendekarên zanîngehan li deverên rizgarkirî.
Û Serokê Yekîtiya Xwendekaran Mihemed Yasîn û Emîndarê Giştî yê Komîteya Olompî ya Sûrî Ehmed Cemîl Elelî li ser yadnameyê îmze kirin, û Serokê Yekîtiya Sûrî ya Werzişa Xwediyên Pêdviyên Taybet Doktor Îbrahîm Şlaş û Serokê Yekîtiya Sûrî ya Avakirina Laş û Hêza Govdeyî Emar Kirşo û Endamê Ofîsa Cîbicîkar yê Yekîtiya Xwendekaran Husên Ukaş û Endamê Ofîsa Cîbicîkar a Yekîtiya Xwendekaran û Berpirsê Werzişê Meymon Rehal amade bûn.
Û di yadnameyê dê hat ku dê karê yaneya werzişî ya zanîngehê ya navendî li deverên rizgarkirî dest pê bike, û ew dê li ser rêxistinkirina çalakiyên werzişî bo xwendekarên zanîngehê kar bike, û tîmên werzişî yên zanîngehan ava bike.
Û Komîteya Olompî ya Niştimanî ya Sûrî, roja şemiya bûrî xola rahênankirina hekemên di warê bizîşka werzişî û êşên werzişvanan û xwarina li gor werzişvanan li baregehê Hevbendiya Niştimanî li bajarê Ezazê lidar ketibû.
Û Doctor Îbrahîm Şilaş û Doctor Husam Xelîfê serpereştiya rahênanê kirin, û pişt re beşdaran bawername wergirtin, û Emîndarê Giştî yê Komîteya Olompî ya Sûrî Ehmed Cemîl Elelî û Endamê Komîteyê Ednan Qedûr bawername li wan belav kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî