Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî yadnameyeke yasayî derbarê dijminkariyên Rûsiya û rijêma Esed li ser Cerablis û Çiyayê Diwêle û Erîha arasteyî Emîndarê Giştî yê Netewên Ykbûyî Antonio Guterres û Serokê Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî, Balyoz Volkan Bozker kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî eşkere kir ku hêzên Rûsiya û rijêmê binpêkirinên dijminkarî li ser sê deverên li bakurê Sûriyê pêk anîne, û bûne sedema komkujiyan di nav rêzên sivîlan de, her weha dermafê leşkerên pabendî bi rêkeftinên kêmkirina şer û biryarên navdewletî yên têkildarî agirbestê kirine.
Û tekez kir ku dijminkariyên ji aliyê Rûsiya û rijêma Esed ve li ser hersê deveran pêk hatine, wek binpêkirineke beloq e dermafê rêkeftina ku di 5 adara 2020 de di navbera Komara Tirkiyê û Yekîtiya Rûsiya de hatiye îmzekirin, bi mebesta ku çalakiyên leşkerî li deverên kêmkirina şer werin rawestandin, ew rêkeftina ku Encûmena Ewlekariyê pêşwaziya wê kiriye.
Û bal kişand ser ku encamên komîteya ji aliyê Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî ve ji bo şopandina bûyerên armanckirina dibistan û nexweşxane û navendên parastinê li bakurê rojavayê Sûriyê tekez kiribûn, ku ew navendên bi bombebarana asîmanî hatine armanckirin, ne çekdar û ne jî terorîst lê tunebûn, û got ku ew tişt sextbûna gotinên rijêmê û Rûsiya derbarê şerê terorê di riya wan dijminkariyan re diçespîne.
Û got ku ev dijminkarî, nerastiya Rûsiya diyar dike, ku ew ji aliyekî de daxwaza vegara penaberan dike, û ji aliyekae din de niştecî û derbider û koçberan armanc dike, daku ber bi deverên din de biçin.
Û Elherîrî xwest ku yadname wek belgeyekî ji belgeyên Civata Giştî were pejrandin û li ser nûnerên dewletên endam bête belavkirin, û bi rengekî cidî şermezarkirina dijminkariyên Rûsiya were kirin, û rêşûnên kartêker bihêlin ku rijêm û piştgirên wê pabendiyê bi biryarên navdewletî bikin, daku sivîlan li Sûriyê biparêzin û rêşûnên sizadanê yên pêwîst misoger bikin, ta yên tevlî pêkanîna tewanan bûne ji cezayan rizgar nebin.
Û tekezî li ser pêwîstiya ku daxwazê ji Rûsiya bikin daku kesên Sûrî yên ziyanên laş û yên darayî û yên derûnî ji encama êrîşên Rûsiya dîtine werin qerebokirin.
Û daxwaza pêwîstiya karê ji bo rakirina nûnertiyê ji ser rijêma Esed di civakên navdewletî de kir, ji ber binpêkirina pirensîp û peymana Netewên Yekbûyî, an bikêmanî kar li ser rawestandina rijêma Esed di warê mafê endamtiyê de li gorî madeyên 5 û 6 ji wê peymanê bibe.
Û tekezî li ser pêwîstiya piştgiriya rêya siyasî ta bighêje pêkanîna veguhestina siyasî kir, û nehêle ku rijêm careke din bipaşxîne, li gel nerîna ku çareya bingehîn ji bo kêşeya mirovahî li Sûriyê divê ku bighînin çareya siyasî û cîbicîkirina daxweiyaniya Cinêvê her weha biryarên Encûmena Ewlekariyê nemaze 2118 û 2254 û biryarên civata giştî û jê 262/ 67.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî