Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, yadnameyeke yasayî arasteyî Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokê Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî Volkan Bozker û Seroka Encûmena Ewlekariyê ya xola niha Balyoza Vêtnamî Dang Din Kui kir, derbarê armanckirina tirimbêleke sivîlan bi riya mûşekekê li bajarokê Elnaciye yê gundewarê Cisir Elşixor roja pênşemê 8 nîsana bûrî ji aliyê hêzên rijêma Esed ve, û tirimbêla armanc bûye hatibû têkbirin û sivîlên di hundirê wê de hatibûn şewtandin.
Û Elherîrî diyar kir ku du malbat di wê tirimbêlê de hebûn û nişteciyên heman bajarokî bûn, û ew ji sê zarok û du jin û du mêran pêk dihatin, ew jî ev bûn: Gezwan Helaq, rola Rustem, û zaroka biçûk Rend Gezwan Helaq, her weha Murhef Canodî, Rîm Ebdulwahid û herdu zarok Cumee û Mase Murhef Canodî, û bal kişand ser ku agahî nîşan didin ku devera hatiye armanckirin tu baregehên leşkerî lê tune ne, û ew agahî tekez dikin ku rêya hatiye armanckirin tenê rêya ku sivîl têre dirin û tên e, û bi roj diyar bû ku sivîlên ji jin û zarokan pêk dihatin di tirombêlê de bûn.
Û Elherîrî tekez kir ku rijêma Esed her roj hîn bêhtir tawanên dijî mirovahiyê pêk tîne, û di wan armanckirinan de sivîlên zarok û jin û kal û pîr dibin qurbanî, û bal kişand ser ku durustiya Netewên Yekbûyî di ezmûnê de ye, û got ku berdewamiya rizgarbûna rijêma Esed ji sizayan dê çanda ku her yek mafê xwe bi dest bistîne kûr bike, û ew çand gefê dide pêşeroja aştî û aramiyê li deverê û tevaya cîhanê.
Û cext kir ku ev tawanên ku pêk tên binpêkirinin eşkere ne dermafê rêkeftinên kêmkirina şer û tevaya biryarên Encûmena Ewlekariyê yên tekeziyê li ser agirbestê dikin, her weha binpêkirin e dermafê pirensîpên yasaya navdewletî ya mirovahî û yasaya navdewletî ya mafên mirovan û her çar rêkeftinên Cinêvê û sîstema Roma ya sereke û hemû rêkeftinên navdewletî yên têkildar.
Û Elherîrî ji hersê aliyan xwest ku vê yadnameyê di belgeyên xwe de tomar bikin, û li ser nûnerên dewletên endam belav bikin, û karên dijminkarî ji aliyê rijêm û Rûsiya û Îranê û rêxistinên terroristî şermezar bikin, û karê cidî li ser rawestandina wê bikin, û rêşûnin çalak ku pabendiyê bi biryarên navdewletî bibe raghînin, û sivîlan li sûriyê rizgar bikin û wan biparêzin, û rêşûnên sizakirinê yên pêwîst bistînin, daku yên tevlî tawanan bûne ji sizayan rizgar nebin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî daxwaza pêşkêşkirina pirojeyên biryaran li hember Rûsiya kir, ji ber ku ew aliyek e di cenga dijî gelê sûriyê de, wek cîbicîkirin ji biryara beşê şeşem û movika 3yê ji madeya 52yan û movika 3yê ji madeya 27an ji peymana Netewên Yekbûyî cîbicî bibe, yaku ji mercên wê ye ku mafê dengdanê nedin dewleta ku aliyek be di nakokiyan de.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pêwîstiya dîtina derfetên dayîna mafê qurbaniyan kir, û ji Rûsiya bixwazin ku kesên sûrî yên ku ziyan ji aliyê Rûsiya ve di warê darayî û derûnî de dîtine qerbo bikin.
Û Elherîrî daxwaza kar li ser rakirina mafê nûnertiyê ji ser rijêma Esed di civakên navdewletî de kir, ji ber binpêkirinên wê ji pirensîp û peymanên Netewên Yekbûyî re, an bi kêmanî kar li ser rawestandina endamtiya rijêma Esed li gorî madeyên 5 û 6 ji peymanê bibe.
Û careke din daxwaza piştgiriya xebatên rêya siyasî kir, daku bighêje pêkanîna veguhestina siyasî, û rê nedin rijêmê ku careke din ji kar bixe, û cext kir ku çareya ji kok de li sûriyê divê bighêje çareya siyasî di riya cîbicîkirina daxwiyaniya Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê re nemaze herdu biryarên 2118 û 2254 û biryarên civata giştî û jê 626/67.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî